Adar 17, 2019 19:01 Asia/Tehran
  • Serokê Yekitîya Parêzerên Hewlêrê: 25 şirket û kesayet yê têkildarî Kîmyabarana Helebçê werin muhakimekirinê

Serokê Yekitîya Parêzerên Hewlêrê ragihand ku 25 şirket û kesayet yê bi zûtirkê têkildarî Kîmyabarana Helebçê werin muhakimekirinê.

Serokê Yekitîya Parêzerên Hewlêrê Eyad Kakeyî di hevpeyvîna digel Malpera PDK`ê de got ku di 27`ê Adarê de yê civîna muhakimekirina 25 şirket û kesayetên bîyanî yên tawanbarê deshebûna di Kîmyabarana Helebçê û dabînkirina çekên kîmyewî bo Rêjîma Beis a Seddam de were lidarxistinê.

Serokê Yekitîya Parêzerên Hewlêrê herwiha got: di wê civîna dadgehê de 25 şirket û kesayetên bîyanî yên tawanbarê desthebûna di Kîmyabarana Helebçê û dabînkirina çekên kîmyewî bo Rêjîma Beis a Seddam de yê bên muhakimekirinê.

Wî pêgirî kir ku bêyî hevkarîya wan kes û şirketana, Rêjîma Beis nedikarî bombên kîmyewî û çekên komkujîyê bi dest bixe.