Îlon 19, 2020 20:41 Asia/Tehran
  • Iraq- 83 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saetên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 83 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 saetên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 83 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 907 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniyekê de diyar kir; heta niha 315 hezar 559 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 249 hezar û 539 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; li seranserê Iraqê 8 hezar û 491 kesan canê xwe ji dest dane û 524 kes di nexweşxanên Iraqê de di bin çavdêriya hûr de ne.

Serepeyv