May 22, 2020 23:17 Asia/Tehran
  • 87 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketine

Hat ragihandin ku li Iraqê îro înê di 24 saetên dawî de 87 kesên din ên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî daneyên 24 saetên dawî yên vîrusa Koronayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di nav 24 saetên dawî de 6 hezar û 70 test hatine kirin. Di encama van testan de 87 kesên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin.”

Hat diyarkirin ku ligel vê 49 kes jî baş bûne û li Bexdayê 7 nexweşên ji ber Koronayê tedawî didîtin jiyana xwe ji dest dane.

Di dawiya daxuyaniyê de jî têkildarî amara dawî hat diyarkirin ku li Iraqê heta niha 3 hezar û 964 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 2 hezar û 532 kes baş bûne, 147 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.