Adar 26, 2020 16:07 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî iraqî: Em Zurfî ji ber helwestên wî yên lawaz himberî Amerîkayê qebûl nakin

Parlimanterekî Fraksyona Sadiqûnê li Parlimana Iraqê ragihand u firaksyonên piranî (Şîe), Ednan Zurfî ji ber helwestên wî yên derheq têrora rêvebirên Heşdi Şeibîyê û derxistina hêzên amerîkî qebûl nakin.

Mihemed Kerîm Parlimanterê Fraksyona Sadiqûnê li Parlimana Iraqê di hevpeyvîna digel Malpera Al malumê de ragihand ku ew fraksyona Serokwezîrê rasipardîyê pêkanîna kabîna nû Ednan Zurfî ji ber helwestên wî nemaze piştî têrora rêvebirên Heşdi Şeibîyê, cinayeta têrora serdar Qasim Silêmanî û Ebûmehd Muhendis bi destê hêzên amerîkî û herwiha piştî ku ew derbasî Parlimaê bûye qet bala xwe nedaye ser vê meseleyê,qebûl nake.

Wî herwiha got: Fraksyonên sîyasî ev şîyana hene ku pêşîya pêkanîna kabînê bigirin û heta Serokomêr ji posta wî wêde bidin.

Mihemed Kerîm Parlimanterê Fraksyona Sadiqûnê li Parlimana Iraqê herwiha got ku pirranîya Şîeyan nemaze Fraksyona Sadiqûnê, Ednan Zurfî qebûl nakin û heta heke Parliman dengê pêbawerîyê bide wî jî, helwesta wan fraksyonan I hegerên ku hatin rêzkirnê, naguhere.