Adar 26, 2020 08:35 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Gordanên Hizbullaha Iraqê derbarê Komploya nû ya Amerîkayê li Iraqê

Gordanên Hizbullaha Iraqê ji baskên Rêxistina Seferrberiya gelanî ya Iraqê ya nasyar bi Heşda Şeibiyê Çarşemiyê bi şev di daxuyaniyekê da derbarê hewildabnên Amerîkayê jibo cihanîna komployeke xeternak li Iraqê hişyarî da û ji têkoşerên iraqî xwest ku jibo sekinîna li hemberî nêt û armancên kirêt ên dijminê amerîkî amade bin.

Gordanên Hizbullaha Iraqê di vê daxuyaniyê da ji senaryoya nû ya Amerîkayê jibo êrîşa ser baregehên artêşê û komên berxwedanê yên Iraqê di rewşa belavbûna Vîrûsa Koronayê li vî welatî da aşkira kirû ragihand ku ev senaryo pêkhatî ji operasiyiona Helîbornê li baregehên artêşa Iraqê û Heşda Şeibiyê bi piştevaniya bejahî û esmanî ye.

Gordanên Hizbullaha Iraqê bi gotina vêya ku nexşeya Amerîkayê gefek li dijî erkanên welatên Iraqê û aramiya vî welatî ye, destnîşan kir ku komên berxwedanê li gorî her kiryareka cinayetkarane ya Amerîkayê, dê hîç hêleke sor nas neke û dê bê-istîsna êrîşî ser hemî binkeyên leşkerî, ewlehî û abûrî yên Amerîkayê bike.

Amerîka û Rêjîma Siyonîst heta niha bi caran baaregehên artêşa Iraqê û Heşda Şeibiyê li navçeyên cûrbecûr ên vî welatî dane ber êrîşê.

Amerîka û Rêjîma Siyonîst piştî serketinên Heşda Şeibiyê di têkoşîna dijî komên têrorîst li navçeyê da, hewilên jibo girankirina zexta li ser vê rêxistinê zêde kirine.