Adil Ebdulmehdî: Iraq dê nebe sedem derbe li cîranê wê bikeve
Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina digel Sekreterê Gişt NATO`yê de li Bexdayê got: Welatê wî dê nebe sedem ku derbe li welatên bira û cîranên wê bikeve.
Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê Iraqê îro sêşemiyê li hevdîtina Yêns Stoltenberg, sekretreê giştî yê NATO`yê, teqez kir ku dewleta Iraqê, siyaseteka hevseng li çarçoveya aramiya Iraqê û hemî welatên navçê girtiye ber xwe û ji ber qeyranên heyî, li gor parastina berjewendiyên gelan û welatên navçê tev digere.
Sekreterê giştî yê NATO`yê li vê hevdîtinê destnîşan kir: NATO şirîk û piştgirê hakimiyeta Iraqê, yekperçetiya gel û siyaseta hişmendane ya dewleta Bexdayê ye.
Ji aliyê din ve Ehmed El-Sehaf, Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê her cure beşdariya Bexdayê li hevalbendiya deryayî bo parastina Kendava Farsê derew da zanîn û got: Bexda qebûl nake tevlî hevalbendiyekê bibe ku Rejîma dagirkirê Qudsê têde be.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê her wiha got: parastina ewlehiya deryavaniyê li derbasgehên Kendava Farsê li istûyê welatên derdora wê ye.