Îlon 17, 2019 09:19 Asia/Tehran
  • Parlimanterên iraqî xwestin ku hêzên bîyanî bên derxistinê

53 Parlimanterên iraqî di daxûyanîyekê de pêgirî kirin: Parliman divê pêşnumaya qanûna derxistina hêzên amerîkî bixe destûrkara xwe da.

Di daxûyanîya ku 53 Parlimanterên iraqî wajo kirine da hatîye: Em wek parlimanterên iraqî bi wajokirina vê daxûyanîyê ji Parlimanê dixwazin ku hilkolandin û pejirandina pêşnumaya derxistina hêzên bîyanî bixe destûrkara xwe da.

Pêşnumaya qanûna derxistina hêzên bîyanî vê dawîyê li Parlimana Iraqê hatîye amadekirinê û Hevalbendîya Al Fath a Iraqê derbarê wê de ragihand: 13 pêşnuma ji wan qanûna derxistina hêzên bîyanî jibo pejirandinê li Parlimana vî welatî hatine amadekirinê.