Îlon 12, 2019 18:30 Asia/Tehran
  • Hekîm: Bila welatên islamî û ereb helwesteke yekgirtî himberî zorbêjîyên Israyîlê nîşan bidin

Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê ji welatên islamî û ereb xwest ku himberî zorbêjîya nû ya Israyîlê helwesteke yekgirtî nîşan bidin.

Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê Seyîd-Emar Hekîm hewildanên Rêjîma Sîyonîst jibo talankirin û zevtkirina erdên nû yên erebî li Rexê Rojavaya Çemê urdinê şermezar kirin û neyarîya teqil a xwe himberî wan hewildanan ragihand.

Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê herwiha got: Helwesta nû ya Israyîlê di warê dagirkerîyê de, zevtkirin û daqurtandina zêdetir a erdan e.

Seyîd-Emar Hekîm pêgirî kir: Civaka navnetewî ji wan Konseya Ewlehîyê ya NY û sazîyên din ên navnetewî divê himberî dagirkerîyên Israyîlê ku berovajî qirarên dîplomatîk û sozên navnetewî ne, bisekinin.

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst roja Sêşemê ragihand ku heke di hilbijaretinên bê yên parlimana wê rêjîmê de ser keve, dê hin deverên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê tevlî Erdên Dagirbûy bike.

Netanyahû herwiha got ku ew dê planeke tam jibo avakirina hin bajarokan li gelîyê Urdinê raberî parlimana rêjîma Israyîlê bike.