Sibat 07, 2019 18:05 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm: Rênimûniyên Ayetullah Sîstanî nexşerêya kontrolkirina kirîzan e

Rêberê bereya Hikmeta Netewî û serokê Hevalbendiya reform û avedankirina Iraqê ragihand ku rênimûniyên Ayetullah Sîstanî nexşerêya kontrolkirina kirîzên niha ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Seyd Emar Hekîm rêberê bereya Hikmeta Netewî û serokê Hevalbendiya reform û avedankirina Iraqê li hevdîtina tev nûnerê NY li karûbarên Iraqê ragihand ku rênimûniyên Ayetullah Sîstanî nexşerêya kontirulkirina kirîzên nihaye û wî ji hemû aliyên iraqî xzwest bona çareserkirina kirîzan bi hevra rûnin ser masa gotûbêjê.

Emar Hekîm herwisa bal kişande ser temî û şîretên Ayetullah Sîstanî bi Nûnerê Netewên Yekgirtî li karûbarên Iraqê û destnîşan kir ku pêwîste hemû li hemberî memûriyetên xwe pabendî exlaqê bin.

.