Serokomarê Iraqê bûca sala 2018`an erê nekir
Adar 13, 2018 18:15 Asia/Tehran
Mêdyayên Iraqê ragihandin ku serokomarê Iraqê bûca sala 2018`an a vî welatî red kir û careka din zivirand parlimanê.
Li gorî rapora Kanala Diclê, Fuad Meisûm serokomarê Iraqê bûca sala 2018`an a vî welatî red kir û careka din zivirand parlimanê.
Bûca sala 2018`an li parlimana Iraqê gelekî hat gengeşekirin û di navbera alîyên pişkdarê parlimanê li ser wê gellek nakokî hebûn û dawîyê ji hêla meclisê va hat pejirandinê lê, Fuad Meisûm serokomarê Iraqê ew nepejirand û zivirand parlimanê.
Yek ji babetên nakokîya di navbera alîyên kurd û dewleta Bexdayê têkildarî bûca sala 2018`an pişka Herêma Kurdistana Iraqê ji bûca giştî bû lê nêzî 10 rojan berî niha meclisa Iraqê bûca sala 2018`an pejirand.