Çile 18, 2018 19:47 Asia/Tehran
  • Peymana Iraq û Ingilîsê têkildarî nifta Kerkûkê

Iraqê ji bo berfirekirina meydanên niftê yên Kerkûkê peymanek bi şîrketa British Petroleum a Ingilisê re wajo kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, Iraqê îro ji bo berfirekirina meydanê niftê yên Kerkûkê û zordabirina asta derxistina niftê peymanek digel şîrketa British Petroleum a Ingilîsê re wajo kir.

Ew meydanên niftê di meha Cotmehê de û piştî ku hêzên Pêşmerge ji vê deverê vekişîyan, ketin bin kontrola Bexdayê.

Cabir Lueybî wezîrê niftê yê Iraqê û Maykêl Tanşind serokê çiqa Rojhilata Navînê ya British Petroleum`ê li Kerkûkê ev peymana jordabirina asta derxistina nifta Kerkûkê wajo kirin.

Li gorî vê peymanê yê 750 hezar bermîl nift di rojê de ji vê meydana niftê ya Kerkûkê were derxistin ku du qasî asta niha ye.

Iraqê dil heye ji dawîya vê mehê va şandina nifta xav bi kamyonan bo Îranê destpê bike. Borîya niftê ya ku meydana niftê ya Kerkûkê bi Tirkîyê va girêdida di encama şerên li hemberî DAIŞ`ê de gellek xisar lê ketin.