Daxwaza Iraqê ji parlemana Ewrûpayê
Serokê komîsyona peywendiyên derve yên parlemana Iraqê ji parlemana Ewrûpayê xwest ku bila dev ji derxistina bi zorê ya penaberên iraqî berde.
Li gorî rapora IRNA`yê, Ebdulbarî Zêbarî, roja çarşemiyê bi daxûyaniyekê ragahnd ku ev komîsyona dê gotûbêja bi parlemana Ewrûpayê re ji bo rawestandina pêvajoya derxistina bi zorê ya penaberên iraqê destpê bike lê heya hîngê ji dewleta Bexdayê dixweze ku bila her cure muzakireya li vê barê qebûl nake.
Wî diyar kir, lêzanînên heyî nîşan didin ku welatên Yekitiay Ewrûpayê ji bo destpêkirina muzakirên navbera welatên endam û dewleta Iraqê, helwêsteka nû hene ku tê texmînkirin hevgavê sefera Federîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê li 22 çillê bo Bexdayê bikeve rojevê.
Vî berpirsê iraqî armanca vê muzakirê, vegerandina van iraqiyan da zanîn ku dixwezin penaberî Ewrûpayê bibin lê daxwaziya wan nehatiye qebûlkirin.
Zêbarî destnîşan kir di rewşke de ku ji vegeryana hemî iraqiyên rûniştiyê deve bo welêt pêşewazî tê kirin, ev vegerana divê bi xwesta tam û hez û meyla wan û bêyî tu zexte û zorekê cih were.
Wî her wiha got: Em vê xwestekê li gor berpirsiyariya neteweyî, exlaqî û însanî dişopînin û ji dewleta Iraqê jî dixwezin bila li bara vegerandina bi zorê, tu muzakireyekê qebûl neke.
Li gorî rapora NY, 1.6 milyon welatiyên iraqî ji sala 2003`an terka welatê xwe dane. Ji vê hejmarê, 500 heya 700 hezar kes berê xwe dan Urdinê, 800 hezar kes çûn Sûriyê û 100 hezar kes jî çûn siûdî û Kuweytê û 436 hezar iraqî jî berê xwe dan welatên Ewrûpa, Emerîka, Efrîqa û Asiyayê.