Tîrmeh 18, 2017 12:55 Asia/Tehran
  • Daxwaza ji bo derketina hêzên Tirkiyê ji Beşîqê

Nûnerê hevalbendiya dewleta qanûnê li parlemana Iraqê ji Bexdayê xwest ku ji riyên dîplomatîk Enqerê neçar bike ku hêzên xwe yên eskerî ji Beşîqê li parêzgeha Nêynewayê derxîne.

Tirkiyê li dawiya sala 2015an va bi sedan eskerên xwe ji riya neqanûnî şandine nav axa Iraqê û niha hêzên eskerî yên Tirkiyê li pêgeha eskerî ya Beşîqê li bakûra Iraqê bi cih bûne û Enqerê îdia kiriye ku eskerên Tirkiyê bona şerê dijî terorîstan û perwerdekirina pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê li nav axa Iraqê bi cih bûne.

Muhemed El-Ekîlî nûnerê hevalbendiya dewleta Qanûnê li parlemana Iraqê li gotûbêja xwe ya tev El-Itcah Press`ê, bal kişande ser armanca Tirkiyê ya şandina eskerên xwe bo nav axa Iraqê ji wan bona desthilata ser Mûsil, Kerkûk û navçên din ên bakûra Iraqê û got: ``Pêwîst e Bexda piştî işkesta terorîstên DAIŞ`ê steratijiyekî nû bo dabînkirina berjewendiyên xwe berçav bigre``.

Wî got: ``Amerîka bona desthilata ser Iraq û navçê dixebite û bi dû mecalekê ye ku pilanên xwe li Rojhilata Navînê cih bîne``..

Pêştir Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişandibû ser vê yekê ku Bexdayê bi caran destdirêjiya Tirkiyê ser axa Iraqê mehkûm kiriye û li vê barê li dijî Tirkiyê li Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY), Yeketiya Ereban û saziya Hevkariya îslamî jî doz vekiriye  û mixabiniya xwe ji siyasetên neberaqil ên Tirkiyê daye diyarkirin.