May 20, 2017 08:33 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hejmara kuştiyên kiryarên terorîstî li Bexdayê

Bingehên nûçan ji Iraqê ragihandin ku ji ber teqînên terorîstî ya şeva îniyê li Bexdayê 13 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Bingehên nûçan ji Iraqê ragihandin ku ji ber teqînên terorîstî ya şeva îniyê li Bexdayê 13 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûn, eva li halekê ye ku pêştir hatibû ragihandin li vê kiryara terorîstî 11 kes hatine kuştin

Terorîstên DAIŞ`ê şeva bihurî li başûra Bexdayê du bombe teqandin û bingehên xwecî ragihandin ku ev du bombane li navça Ebûdeşîr hatine teqandin.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li daxûyaniya xwe ya îro serê sibê berpirsyariya teqînên Bexdayê û teqîna terorîstî ya Besrê li başûra Iraqê xiste sikura xwe.

terorîstekî xwekuj duh îniyê li navendekî lêgeryana polîsê Iraqê li nîzikiya meydanên niftî li Besrê xwe teqand ku ji ber vê kiryara terorîstî du esker û çend kesên sivîl hatine kuştin