Çile 19, 2017 19:57 Asia/Tehran
  • Heşdî Şebî:  Kontrola tam a sînorên navbera Iraq û Sûriyê di destê me de ye

Berdevkê erkantiya Heşdî Şebî ya Iraqê ragihand ku ev hêzana niha kontrola sînorên Iraq û Sûriyê jibo girtina pêşiya gihandina alîkariyan jibo DAIŞ`ê bo bajarê Mûsilê girtine destê xwe.

 Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê El-Yewm ul -Sabê, Ehmed El-Esedî berdevkê erkantiya Heşdî Şebî ya Iraqê got : Hêzên hanê rê nadin ku hêzeke neqanûnî nêzîkî navçên sînorî bibe bi taybet  nêzîkî mêhwera rojava  ya sînorên navbera Iraq û Sûriyê an jî mudaxileya wan li kiryarên Heşdî Şebî qet qebûl nakin.

Wî destnîşan kir ku Heşdî Şebî qanûneke taybet heye û hemî hêzên wê li gor fermana  fermandê giştî yê hêzên çekdar reftarê dikin û her hêza ku li gor qanûnê reftarê neke wek mîlîşar tê hesabê û divê li gor qanûnê bên cîzakirin.

 El-Esedî destnîşan kir: Hêzên Heşdî Şebî dev ji destkevtên xwe bernadin heta heke bi zextên  Waşengton û hêzên din rûbirû bibin.

 Wî her wiha diyar kir: Fermandehiya  eskerî ya Iarqê, mêhwera rojava ya Mûsilê ku sînorên navbera Sûriye û Iraqê jî digre ber xwe sipartiye destê hêzên Heşdî Şebî û hêzên hanê karîne kontrola wir bigrin destê xwe û nehêlin alîkariyên ji bo DAIŞê derbasî Mûsilê bibin .

 Esedî got: Fermanên eskerî kivş in û Waşengton nikare  li vê meselê tasîrê bike an li hemberî hin hêzan pişta hin hêzên din bgire.