Emerîka li bara mesela Idlibê, Tirkiyê bêhêvî dike
Berpirsekî pilebilind ê Wezareta Berevanîya Emerîkayê ev yeka dûr zanî ku Emerîka ji ber vî şerî û aloziyên li navça Idlibê li bakurê rojava Sûriyê, sîstema berevaniya hewayî ya Patriotê bide Tirkiyê,Eva li halekê de ye ku Tirkiye bi fermî ev daxwaziya ji Waşengtonê kiriye.
Vî berpirsa Pêntagonê ku navê xwe eşkere nekiriye, raghandiye ku Tirkiye hest bi viya dike ku Rûsiye ne hevpeyman e ku pişta xwe pê qahêm bikin. Loma Enqere wisa zû dê jêre eşkere bibe ku peymana kirîna sîstema bergiriya esmanî ya S-400 li gel Moskowayê kêrhatî nîne.
Wî her wiha diyar kir Waşengton giringiya peywendiyê staretîjk bi Tirkiyê re tê dighêje lê NATO li her kêşeyeka navxweyî li Sûriye alîkariya Tirkiyê nake, loma ew wek kêşeyeke dualî lê dinêre.
Roja pêncşemiya buhurî Xilûsa Akar wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê raghand Emerîkayê sîstema berevaniya Patriotê rewaneyî sînorên başûrê Tirkiyê dike bi taybet piştî kuştina çend serbazên tirk li encama êrişa artêşa Sûriyê ser hêzên Tirkiyê li navça Idlibê.