Cotmeh 17, 2018 12:00 Asia/Tehran
  • Piştî seroka Sindoqa navneteweyî ya Dirêv, Holanda û gellek aliyên din jî Konferansa Aborî ya Erebistanê boykot dikin

Di dewama bertekên lin hemberî desthebûna Riyazê li kuştina rojnamevanê rexnekirê vê rêjîmê, wezîrê heyitiyê yê Holandayê jî ragihand ku bio hitmaleka zêde dê beşdarî konfgeransa aboriyê bi mazûvaniya Erebistanê nebe.

Li gorî rapora Reutersê, Vepke Hokstra wezîrê heyitiyê yê Holandayê roja Sêşemiyê got ku heke dewleta Erebistanê diyar neke ku çi hatiye serê Xaşiqçî, dê neçe vê civînê. Li vî halî biryar e Konferansa sermiyandanînê ya nsyar bi Davûsa Sehrayê ji 23 heta 25ê Cotmehê li Erebistanê li dar bikeve, lê heta niha gellek ji serokbank û navendên aborî yên cîhanê ji wan Kirîstiyan Lagard, seroka Sindoqa Navmneteweyî ya Dirêv ew boykot kirine.

Kirîstiyan Lagardê sefera xwe bo Riyazê bo beşdariya li onferansa Aborî ya Erebistanê ji ber dosyeya xaşiqçî betal kir.

Can Flînt Rêîvebirê cihanînê yê Banka HSBCyê, Bîl Vîntêrz rêvebirê Standard Charted hevrê digel Tîcan Tiyam rêvebirê cihanînê yê Banka ``Swîs Kirêdîtê`` jî beşdarî onferansa Aborî ya Erebistanê nebin.

Stêfan Şuwartzmen serok û rêvebirê cihanînê yê Koma Bilek Stonê û serokê Konseya Şêwirmendiyê li karên ticarî yên Donald Trumpêî serokomarê Amerîkayê ku pêwendiyeka nêzik bi Mihemed Bin Selman ra heye, dê beşdarî onferansa Aborî ya Erebistanê nebe.

Dara Xusroşahî rêvebirêî Kompaniya Ober wek kompaniya herî mezin a Taksîyan a Ameîkayê jî ragihand ku dê beşdarî onferansa Aborî ya Erebistanê nebe.

Ev li halekî ye ku pêştir mêîdya, sermiyandaner û heta dewleta wek berteka li hemebrî wendabûna Cemalê Xaşiqçî beşdariya li onferansa Aborî ya Erebistanê boykot kirin.

Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li bajarê Istenbûlê ji bo tomarkiirna fermî ya Zewaca xwe, wenda bû.

Mêdyayan çend rojan piştra aşkira kirin ku Xaşiqçî li nav avahiya konsolxaneyê hatiye kuştin û cesedê wî bo derveyî konsolxaneyê hatiye veguhestin.

Civaka Navneteweyî daxwaza bersivdayîna Riyazê li vî warî da kiriye.

Navê Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî di lîsteya kesên girtî û di bin şopandinê da ya Riyazê bû.