Çile 20, 2018 10:20 Asia/Tehran
  • Dewleta Amerîkayê betal bû

Dema diyarkirî ji bo lihevkirina li ser pêşniyarqanûna bûdceya Amerîkayê bi dawî hat û pêvajoya betalbûna saziyên dewleta fêdêral dest pê bû.

Li gorî rapora Mehr News`ê ji zarê ajansa nûçeyan a Associated Press`ê, Dewleta Amerîkayê bo caran yekem ji sala 2013an va, ji ber lihevnekirina Komarxwaz û Dêmokratan li Kongreya vî welatî li ser miتشrin weke bûdce û Koçberiyê, bi fermî hat betalkirin.

Bi vî rengî tevahiya çalakiyên dewletê ji billî babetên tam bingehîn dikevin rewşa betlaniyê. Ev çaremîn betalbûna dewleta Amerîkayê di heyama 25 salên bihurî da ye.

Bi vî rengî artêş, saziyên ewlehiyê, beşa xizmetên trafîka hewayî û veguehstina gelemperî, tenha sazî ne ku nakevin bin bandora betalbûna saziyên dewletê.

Betalbûna dewleta fêdêral li halekî ye ku Mayk Pênc, cîgirê Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê Dêmokrat wek berpirsê bûyereka visa da zanîn..

Eva di rewşekê da ye ku Koşka Sipî dibêje heta dawiya betalbûna dewletê, hazir nîne ku digel Dêmokratan li ser Koçberiyê gotûbêj bike.

Li vî halî, berdevka Koşka Sipî, Sara Sendirzê bi daxûyaniyekê ragihand: ``Heta wê demê ku Dêmokrat ji bo xwestekên xwe yên zêdexwaziyê (Mafê) welatiyên qanûnî yên amerîkî dîl digirin, li ser rewşa koçberên neqanûnî dê gotûbêjê nekin``.

Ji aliyê din va Mîç Mek Kanil rêberê pirraniya Komarxwazan li Sênaya Amerîkayê qala hewildana xwe ji bo rawestandina pêvajoya betalbûnê û dabînkirina bûdceya dewletê heta roja 8`ê Sibata 2018`an kir.

Pêşniyara wî li halekî tê hilêxistin ku di heyama yek aeta bihurî da, plana Komarxwazan ji bo dabînkirina bûdceya dewletê heta roja 16`ê Sibatê tûşî işkestê bû û pêvajoya betalbûnê dest pê bû.

Helbet qet diyar nîne ku endamên Sênayê hetav kengê ji bo dengdayînê amade bibin û eva ku gelo kurtkirina demî ji 4 hefteyan bo 3 hefteyan, dê bibe sedema berovajîbûna pêvajoya niha û vekirina dewleta fêdêral an na.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Amerîkayê dawîn car pênc salan berî viya bi qaîs 16 rojan ji ber lihevnekirina Komarxwaz û Dêmokratan li ser Mûçeyê, ketiye rewşa Betlaniyê.