Daxwaza sekreterê giştî yê NY jibo betalkirina dorpêça Yemenê û vekirina hemî derbasgehan
Sekreterê giştî yê Rêxistina NY ji Erebistanê xwest ku bi zûtirkê dorpêça li dijî Yemenê betal bike û hemî derbasgehên deryayî, hewayî û bejahiyê yên vî wlatî vebike.
Li gorî rapora ISNA`yê,û ji zarê kanala nûçan a Sky News`a erebî, Îstefan Dojarîk, berdevkê Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê NY li civîneke rojnamevaniyê li meqera vê rêxistinê li Niyoyorkê got ku Gotêşrêş peyamek li bara dorpêça Yemenê ji aliyê hevalbendiya erebî bi serokatiya Erebistanê jibo Ebdullah El-Muelimî, nunerê dayim ê Erebistanê li NY şandine.
Docarîk got: ``Gotêrêş ji dewama pirsgirêkên gelê Yemenê dilsar bûye``.
Wî her wiha got: ``Gerçi sekreterê giştî ji vekirina Bendera Edenê li başûrê rojava Yemenê jibo seferên deryayî pêşewazî kir lê teqez dike ku ev kiryar têrê nake û ti carî nikare 28 milyon yemeniyan rizgar bike``.