Cotmeh 19, 2017 14:05 Asia/Tehran
  • 25 kuştî li encama teqîna  li baregeha artêşa Efxansitanê

Baregeha artêşa Efxansitanê li Qendharê li başûrê vî welatî, ket ber êrişa teqînê û li encama wê 25 kes hatin kuştin.

 Li gorî rapora  IRIB News`ê, êrişkirekî bi trimbêla  tijî  teqemeniyan vê sibê derbasî baregeha  artêşa Efxansitanê li bajarê Mîwendê ya parêzgeha Qendharê û xwe întihar kir û rê jibo êrişkirên din vekir.

 Li encama vê teqînê heya niha  herîkêm 25 kes ji eskeran hatine kuştin û bi dehan  kesên din  ji wan jî birîndar bûne û halê hin ji wan xirab e.

  Hin çavkaniyan jî hejmara  kuştiyan nêzîkî 70 kes raghandine.