Çile 20, 2017 13:24 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana amerîkiyan berî Sondxwarina Donald Tramp

Hejmarek ji xelkê Waşîngtonê bi nîşana nerazîtiya li hemberî desthilatdarbûna Donald Tramp li Waşîngtonê derketin kolanan û xwenîşandan bi rê xistin.

Li gorî rapora Tasnim News`ê, hejmarek ji neraziyên li hemberî desthilatdarbûna Donald Tramp wek serokomarê teze yê Amerîkayê li bereberê rêûrisma Sondxwarina wî li Waşîngtonê xwenîşandan bi rê xistin.

Beşdarên li vê xwenîşandanê bi nîşana nerazîtiya li hemberî Tramp ev dirûşme bilind kirin: ``Em Amerîkaya Faşîst naxwazin``.

Eva li halekî ye ku gellek jinên ku ji ber desthilatdarbûna Tramp dilgiran in jî dil hene roja şemiyê xwenîşandaneke mezin bi nîşana nerazîtiyê li dar bixin.