Mijdar 09, 2018 19:16 Asia/Tehran
  • Ji ber şerê Amerîka yê qaşo li dijî terorê li 3 welatan “nîv milyon kes” hatine kuştin

Lêkolîneke li Amerîkayê aşkere kir ku piştî ragihandina şêr ê Amerîkayê yê qaşo li dijî terorê ji sala 2001ê vir ve nîv milyon kes li Iraq, Efxanistan û Pakistanê hatin kuştin.

Lêkolîneke ku ji aliyê Peymangeha Watsonê bo Peywendiyên Navdewletî ya ser bi Zanîngeha Brown a Amerîkayê hat encamdan, aşker dike ku hejmara wan kesên kuştî di navbera 480-507 hezaran de ye lê hejmara rastîn zêdetir e.

Cudahiya vê amareya nû ya li gel amareya beriya niha ya ku 2 salên berê hatibû diyarkirin nêzikî 110 hezar e, eva tê vê wateyê ku ji meha Tebaxa 2016 vir ve zêdetirî 110 hezar kes li wan her sê welatan hatine kuştin.

Ew hejmara nîv milyon kesên kuştî yên li Iraq, Efxanistan û Pakistanê xelkê sivîl, hêzên polîs û leşkerî û bi taybetî hêzên hevpeymaniya Amerîkayê jî li xwe digire.

Li gor raportê ji wan kesên kuştî 182-204 hezar kes li Iraqê bûn, 38 hezar kes li Efxanistan û 23 hezar kes jî Pakistanê hatin kuştin.

Nivîskara lêkolînê Neta Crawford dibêje, “Piraniya wan kuştiyên ku Amerîka û hêzên xwecihî dibêjin kesên çekdar bûn, di rastiyê de xelkê sivîl bûn.”

Nivîskara lêkolînê di derbarê Iraqê de dibêje, bi dehan hezar sivîl di şerê kontrolkirina Mûsil û  bajarên din de hatin kuştin lê termên wan nehatine dîtin û ji bo vê yekê jî navên wan di amareyan de tune ne.

Li gel vê yekê li gor amareya lêkolînê nêzikî 7 hezar leşkerên Amerîkî li Iraq û Efxanistanê hatine kuştin.