May 18, 2018 10:54 Asia/Tehran
  • Bijareya kêşedar a Trump bûye serokê CIA`yê

Meclisa Senaya Amerîka duh pêncşemê xanima Geena Cheri Haspel bijareya kêşedar a Trump , weke serokê saziya istixbaratê ya navendiye Amerîka CIA`yê bijart.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, 51 Senatorên Amerîkayê dengê xwe dane serokatiya xanima Geena Cheri Haspel weke serokê CIA û 43 senatoran jî neyartiya xwe digel vê biryara Trump ragihandin.

Proseya bijartina Geena Cheri Haspel weke serokê CIA`yê bi gelek kêşeyan hev rê bûye ji ber ku tê gotin wê li gelek ji işkenceyên vê saziya istixbaratî ya Amerîka roleke berbiçav hebûye, loma parek ji senatoran neyariya xwe tev bijartina Geena Cheri Haspel bona serokatiya CIA`yê ragihandin.

Geena Cheri Haspel li sala 2002 seroka zîndaneke veşartî ya CIA`yê li Taylandê bûye û bona jêpirsîna ji zîndaniyan ji rê û rewşên qedexe yên işkencekirinê yên wekî xeniqandina mesnûyî istifade dikir.