Îlon 12, 2017 13:45 Asia/Tehran
  • Rêxistina Netewên Yekgirtî daxwaza lêkolîna li bara binpêkirina heq û mafê mirovan li Yemenê kir

Zêyîd Bin Reid El-Husên Komîsirê bilinde heq û mafê mirove Rêxistina Netewên Yekgirtî îro sêşemê daxwaza lêkolîna li bara binpêkirina heq û mafê mirovan li şerê nav Yemenê kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Zêyîd Bin Reid El-Husên Komîsirê bilinde heq û mafê mirove Rêxistina Netewên Yekgirtî bal kişande ser viya ku vê saziyê kuştina 5 hezar û 144 kesên sivîl ji ber destdirêjiya hewayî ya hevalbendiya navnetewî ya bi serokatiya Erebistanê ser axa Yemenê piştrast kiriye destnîşan kir: Pêwîste ku lêkolînekî navnetewî ser vê meselê bê kirin.

 Zêyîd Bin Reid El-Husên li gotinên xwe yên li Konseya Heq û mafê mirove Rêxistina Netewên Yekgirtî li Genevayê bal kişande ser viya ku kaviliyên Yemenê û belayên ser xelkê vî welatî dûhatên zav dê li seranserî navçê hebin got: Xebatên ji bo lêkolîna ser xetera binpêkirina heq û mafê mirov li şerê Yemenê têrê naken û pêwîste pirtir li vê barê lêkolîn bê kirin.

Erebistanê bi palpiştiya birek ji welatên erebî yên navçê û Amerîkayê ji 26`ê Marsa sala 2015`an va bi berfirehî êrişên xwe yên hewayî ser Yemenê destpê kirin û hema ji wê çaxê va dixebite ku Mensûr Hadî serokkomarê reviyayî yê vî welatî carek din bîne ser desthilatê lê xelkê Yemenê li dijî vê siyaseta Riyazê ne.