Heta îro 16ê Cotmehê; Zêde ji 421 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i320469-heta_îro_16ê_cotmehê_zêde_ji_421_hezar_ji_tûşbûyiyên_koronayê_li_Îranê_baş_bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 522 hezar û 387 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 420 hezar û 910 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
(last modified 2026-09-02T15:58:59+00:00 )
Çirî 16, 2020 13:01 Asia/Tehran
  • Heta îro 16ê Cotmehê; Zêde ji 421 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 522 hezar û 387 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 420 hezar û 910 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 4552 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 522 hezar û 387 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 265 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 29 hezar û 80 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 39 miliyon kesî.