Îlon 02, 2017 15:40 Asia/Tehran

Li halê ku navendên siyasî û medyayî yên nav Amerîka dixebitin pêbendiya Îranê bi rêketina navokî bi şik û guman nîşan bidin, belavbûna rapora nû ya ajansa navnetewî ya enirjiya atomê ev xebatên Amerîka rastî pirsgirêkên cidî kiriye.

Ajansa Navnetewî ya Enêrjîya Atomê li rapora xwe ya nû ya pêncşemê 31 Tebaxê tekez kir ku Îran girêdayîyê hemî sozên xwe yên di çaçrova rêketinama navokî de bûye.

Herwisa li daxûyanîya nunerê Îranê li Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê hatîye, rapora nû ya ajansê careka din piştrast dike ku bernama navokî ya Îranê li gorî plana demdirêj a ku Têhranê ragihandîye û di çaçrova rêektinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê de didome.

Li rewşekî wiha da niha koşka Sipî bi dû siyasetekê ye belkî bikaribe pîşiya dirêjkirina rêketina navokî ya di navbera îranê û grûpa 5+1 bigre.

Birek şehedî hene û gotin ji aliyê bingehên nîzikî Trump têne belavkirin ku nîşan dide dewleta Amerîka dil heye bi mihanên nenavokî vê rêketinê îbtal bike.li rewşekî wiha îmkan heye dewleta Trump ragehîne ku dewleta îranê tenê pêbendî naveroka rêketina navokî ye, lê Waşîngton paşê ceribandinên mûşekî bike mihane û yan jî hêtimal heye Amerîka îdia bike îran ji grûpên ku ev welata jê wekî grûpên terorîstî nav dibe piştevaniyê dike.

Helbet babetekî din jî heye û ew jî dewama zextûzorên berê yên Amerîka dijî Îranê yanî raporên nedirost radestî ajansê bike û wisa nîşan bide ku Îran bi xebatên bi şike navokî mijûle û daxwaza lêgeryana ji navendên eskerî yên îranê bike, siyaseta ku Nîkî nûnera Amerîka li Rêxistina Netewên Yekgirtî hefta bihurî kir, ew çûye Viyenayê navenda Ajansa Navnetewî ya Enirjiya atomê û hema îdiayeke wiha aniye ziman û daxwaza lêgeryana li navendên eskerî yên îranê kir ku helbet bo hemûyan eşkera bû ku Amerîka li vê barê derewan dike herwisa ku pêştir îdiayên nediroste wiha ji aliyê vî welatî hatibû kirin û ajansa navnetewî ya enirjiya atomê jî ewna ret kiribûn.

Ev îdiayên wiha ji aliyê Amerîka li halekê têne kirin ku ajansê pêbendiya îranê bi rêketina navokî ragihand û pîlana Amerîka carek din pûç bû.

Losancilis Tayms`ê li vê barê nivîsî; Wexta vê yekê gihêştiye Trump dest ji lîstika bi Amerîka li bara rêketina navokî berde ji ber ku heta Îranê pêbendî rêketina navokî ye, pêwîste ku Amerîka jî pêbendê vê rêketinê be.

Niha dewleta Trump li wezyetekî nebaş daye.

Rêks Têylirson wezîrê karên derve yê Amerîka, Cîm Matîs wezîrê berevaniya vî welatî, General Hêrbêrt Mekmestêr mişêwirê ewlehiya netewî û General Cozêf Danford serokerkanê artêşa Amerîka ji wan kesanin ku derketina vî welatî ji nav rêketina navokî ser qazanca Amerîka nizanin.