Sekinîna ser berfirehkirina peywedniyên navbera Îran û Iraqê di warê enerjiyê da
Wezîrên niftê yên Îran û Iraqê ser berfirehkirina peywendiyan ji wan li warê enerjiyê teqez kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Samir El-Qezban wezîrê niftê yê Iraqê îro Pêncşemiyê li civîna rojnamevaniyê tev Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Îranê got: "Muzakireyên îro di dewama hevdîtina mehek berî niha li kêleka civîna OPEC`ê û bi armanca hilkolandina rewşên hevkariya her du welatan cih hat".
El-Qezban, peywendiyên Îran û Iraqê peywedniyên baş û berfireh li warê aborî û ticaretê nirxand û got: "Her du alî dixwezin wê li warê enerjiyê jî berfireh bikin".
Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Îranê jî bal kişand ser hevdîtinên xwe bi serokwezîr û wezîrê iliktrîkê yê Iraqê û got: "Li van hevdîtinan ser meselên li gorî elaqetên her du welatan behs û gotûbêj hat kirin".
Zengenê bal kişand ser hebûna xalên hevpar ên dîrokî û çandî navbra her du welatan û got: "Têhran û Bexda him li warê peywedniyên her du welatan û him jî li asta Rêxistinên Navneteweyî hevkariyên baş bi hev re hene".
Zengene li vê hevdîtinê her wiha cardinê ser narewabûna boykotên Emerîkayê li dijî Îranê sekinî.
Bîjen Zengene li hevdîtina Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê jî li bara peywedniyên dualî û meselên li gor elaqetên her du welatan gotûbêj kir.
Li gor amarê, Îran 1350 MW iliktrîk ji riya sê hêlên guhestinê li Besrê, Diyalê û Emarê dişîne Iraqê. Derfirotina gaza Îranê bo Iraqê jî niha nêzîkî 15 milyon mêtrê kûp e ku ger hemî projeyên derfirotinê cih werin, asta derfirotinê dê 40 milyon mêtrê kûp li rojê, dê zêde bibe.