Larîcanî: Emerîkî li warê zexta ser Îranê bi ser neketine
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Emerîka bi zexta ser Îranê, dixwest ku rewşa hundirê welêt li hev xîne, lê bi ser neket.
Li gorî rapora çarşemiyê ya IRNA`yê,Elî laerîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku rewşa welêt piştî serketina Inqilaba Îslamî hestyar û taybet e û ser dîplomasî û xebitandina zirûfên navxweyî wek beşek ji bernama rawestana li ber boykotên Emerîkayê sekinî.
Larîcanî bal kişand ser hevkariya Îranê bi welatên cîran re û got: Îran bi piraniya welatên cîran re ku nêzîkî 15 welat in, hevkariyê dike û xebata aborî dike.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê 8 Gulana 2018` an dreketina Waşengtnê ji rêketina navokî û vegeryana boykotên navokî li dijî Îranê li di dewrên 90 rojî û 180 rojî raghand.
Dewra ewil a van boykotan ji 7 Tebaxê û dewra dudiyan jî 5 mijdara 2018` an bi fermî cih hat.
Kiryara Emerîkayê ya derketina ji rêketina navokî û cihanîna dubare ya boykotên li dijî Îranê ji aliyê civaka navneteeyî ve hatiye şermezar kirin. Piraniya welatên cîhanê, daxwaza parastin û berfirehkirina peywendiyên xwe bi Îranê re dikin.