Cotmeh 12, 2018 16:46 Asia/Tehran
  • Wezareta xezînedariya Amerîkayê tewsiyenameyek li dij ticareta bi Îranê re weşand

Hewldanên Amerîkayê li dij Îranê berdewam dikin, li vê çarçovê de wezareta xezînedariya Amerîkayê tewsiyenameyeke 19 rûpelî li dij ticareta bi Îranê re weşand.

Li gor Fars Newsê, ``Dayira Çavdêriya ser Sûçên Fînansî`` ku teşkîlateke pêvegirêdayî li wezareta xezînedariya Amerîkayê ye bi weşandina daxuyaniyekê diyar kiriye ku ev tewsiyename ji bo alîkariya rêxistinên fînansî ye da ku danûstandinên ticarî yên ku dibin sedem ew bikevin ber boykotan cih neynin.

Vê rêxistina amerîkî herwiha diyar kiriye ku ev tewsiyenama ji bo vê yekê ye daku rêxistinên malî û fînansî yên biyanî ku pêwendiya xwe bi rêxistinên fînansî yên amerîkî hene, pêsparteyên xwe derheq Amerîkayê bi başî cih bînin û nekevin ber boykotan.

Wezareta Xizînedariya Amerîkayê herwiha îdia kiriye ku hewldanên Îranê ji bo pergal û sîstema fînansî ya navneteweyî tehlukeyên wek diravşoştinê û dabînkirina fînansî ya terorîzmê çê dike ku hedefeke vê tewsiyenamê jinavbirina van tehlukeyan e.

Amerîka piştî derketina ji Peymana Navokî li 8 Gulanê hewldanên zav ji bo çêkirina zext û zorê bo Îranê dan despêkirin.