Tîrmeh 14, 2018 11:06 Asia/Tehran
  •  Berdevkê Dewleta Îranê: Em dikarin ji boykotên  Emerîkayê serketî derbas bibin

Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê got: Ji ber îmkanên navxweyî dikarin ji boykotên Emerîkayê serketî derbas bibin.

 Muhemed Baqir Nobext, Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê îniyê şevê li gotûbêja bi nûçên 21`ê yên kanala   1 a televîziyona Îranê got: Hemî zirûf li dewletê û beşa  nedewletî ji bo rawestana li ber boykotan û derbasbûna ji vê qonaxê  hatine texmînkirin.

  Nobext destnîşan kir: Di rewşa ku serokkomarê Emerîkayê û berpirsên din ên Koşka Sipî ketine  çerçîtiyê û seredana  welatên curbicur dikin û gefê li gelê Îranê dixwen, erka dewletê amadekirina  rewşê bo rojên boykotê ye.

  Di hemne demê de, Muhemed Baqir Nobext, serokê Rêxistina Bername û Bûdceyê roja îniyê li nameyekê bo serokê Komara Îslamî ya Îranê, 12 paketên  cihanînê li çarçoveya  bernama tam û tekûz a pêşniyarkirî bo rawestana li ber boykotan, raber kirin.