Kanûn 08, 2018 15:20 Asia/Tehran
  • Prof. Dr. Cemal Nebez emrê Xwedê kir

Nivîskar û ramanvanê Kurd ê navdar Profesor Dr. Cemal Nebez di 85 saliya xwe de, ji ber nexweşiyeke giran li nexweşxaneyeke Berlîna paytexta Almanyayê koça dawî yêkir û xatirê xwe ji jiyanê xwest.

Profesor Dr. Cemal Nebez ji sala 1962`an ve li Ewropayê dijiya û bi zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Almanî bêtirî 60 pirtûkan û bi sedan lêkolînên zanistî û hizrî û zimanî û siyasî nivîsîn. Demeke dirêj jî li Herêma Kurdistanê, Iraq û Almanyayê mamostetî kir.

Dr. Nebez gotarên xwe di heftenameya Mîdyayê de belav dikirin.

Cemal Nebez

- Profesor Dr. Cemal Nebez sala 1933`yê li bajarê Silêmaniyê ji dayik bû. Di destpêka xwendina xwe de ji bilî xwendina îslamî, felsefe û psîkolojî û fizîk û matmatîk jî xwend. Li Almanyayê jî zanistên siyasî û rojnamevanî û yasa xwend. Li bajarên Kerkûk, Hewlêr, Bexda û Besrayê ders gotin. Paşê jî demekê li zanîngeha azad li Berîlênê mamoste bû.

- Sala 1962`yan çû Ewropayê ji bo xilaskirina xwendinê û paşê li zanîngehên Muncihê, Uzburgê xwendina îslamî û Îrannasî û şêweya gotina dersan xwend.

Dr. Cemal Nebez di roja 11.11.2018 de li bajarê Berlînê ji ber nexweşiyeke giran li nexweşxaneyê hat razandin û piştî çend rojan ku ket nav komayê ji ber tengenefesiyê, roja 08.12.2018an koça dawîyê kir û xatirê xwe bi yekcarî ji jiyanê xwest.