Li bara me

 

Riyên temaşeya li kanala SAHAR`a KURDÎ

 

Setlayta NileSat`ê

Nilsat 201

Fr:12015

Pol:Vertical

FEC:5/6

Symbol Rate:27500

 

Setlayta Yamal 402 @ 54.9° 

Frequency:  11105 

Polarization: H

Symbol rate:    29900 

FEC: 2/3

 

 Setlayta BADR   26E:

Frequency:  12284

Polarization: V

Symbol rate:    30000

FEC: 2/3

 

Kanala Kurdî ya SAHAR'ê xebata xwe di 25'ê tîrmeha sala (1988'an) 1367'an a koça ketavî de bi saetek û nîvê bernameya şevê dest pê kir. Dema weşanê ya bernameyên kanala Kurdî ya SAHAR'ê ji sala 2000'an a zayînî (10/02/1379'an a hetavî) gihîşt 2 saetan û li sala 2002'an a zayînî saeteka din jî lê zêde bû. Her wiha li sala 2004'an a zayînî (01/01/1383'an a hetavî) dema weşanê ya bernameyên vê kanalê nîv saeta din zêde bû. Di dawiya tîrmeha sala 1384'an a hetavî de (2005'an a zayînî) heta damezirandina kanala SAHAR 2'yê, derdora 240 deqîqeyan li du beşan de û her yek bi qasî  du saetan bername belav dikir. Lê piştî damezirandina kanala SAHAR 2'yê li sala 2009'an a zayînî (11/10/1388'an a hetavî) bername di şevanerojê de li du beşên sibê (4 saet) û şevê (5 saet) de ji kanala SAHAR 2'yê weşan dikir. A niha ji 01/11/2014'ê kanala cîhanî ya SAHAR KURDÎ'yê bi awayekî serbixwe û 24 saetî li ser setilaytên(peykên) Nilesat, Hotbird û Arabsat'ê bi belavkirina bernameyên cûrbicûr bi Kurmancî û Soranî xebata xwe didomîne.

Ji armancên kanala cîhanî ya SAHAR'ê ev in:

1 – Jordabirina hevdilî, dilniyayî û bicîhanîna hevahengî di navbera misilmanên îranî û temaşevanên kanala kurdî ya SAHAR'ê bi taybetî xelkê Kurdistana Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê her wiha pîkanîna rêya danûstandina çandî li ser bingeha hevpariyên çandî û olî.

2 – Danasîna dîrok, çand û cihên xwezayî û navçeyên tûrîstî(gerînê) yên Îranê bo temaşevanan.

3 – Hewildana li dijî çand û ferhenga ne-islamî li cîhana Islamê û diyarkirina siyasetên mêtingeran û aşkerekirina armancên istikbar, zorbêjan û Sehyonîsmê.

4 – Ragihandina rastîn û tam li bara bûyerên Iraq, Sûriye û Tirkiye û cîhana Islamê , her wiha serasera dinyayê

5 – Aşkerekirina komployan her wiha teblîx û propagandayên neyînî yên istikbara cîhanî dijî misilmanan.

6 – Teblîx û danasîna çanda dewlemend a Islamê bo dinyayê.

7 – Nîşandayîn û ragihandina destkeftên Inqilaba Islamî ya Îranê û ramanên Hezretê Îmam Xumêynî (r) xîmdarê rehmetî yê Komara Islamî ya Îranê her wiha ravekirina helwêst û nêrînên rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî ya Îranê

8 – Bêbandorkirina tawanên resaneyên (medya) biyanî bo lekedarkirina rûyê ronî yê Islamê

9 – Têkoşîna li dijî dijminên yekitiya cîhana Islamê li navçeyê û hewildana ji  bo bihêzkirina yekîtî di navbera şîe û sunî de her wiha hewildana dijî pêkanîna komplo û nakokiyên qewmî

10 – Agahdarkirina temaşevanan li bara encamên neyînî yên peywendiya siyasî, leşkerî û aborî welatan ligel Rejîma dagîrker a Qudsê

11 – Hewildana ji  bo danasîna hevpariyên çandî, olî, civakî û urf û edetên hevpar ên kurdên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê her wiha parastina nirxên neteweyî û yekparçetiya welatan.