Sernûçeyên Pêncşemî 1ê Hezîrana 2023an
Sernûçeyên Sêşemî 30ê Gulana 2023an
Serdar Emîr-Elî Hacîzade Fermandeyê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ragihand ku Mûşeka Haypersonîk a Îranê dê bi zûtî were nimandin.
Yasir El-Horî, Sekreterê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê teqez kir ku Eger Erebistan di muzakireyan da sistî bike, dê rastî bersiva poşmanker were.
Hejmareke şêx û serokeşîrên parêzgeha Enbarê ya Iraqê ji ber dayîna îzna xebatê bo partiya Beisê, Urdin hişyar kirin.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li Tehranê bi Qasim E'recî Rawêjakrê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê ra hevdîtin pêk anî.
Piştî ragihandina serkeftina Erdogan di Hilbijartina Serokkomartiyê da, bihayê Lîreyê Tirkiyê careke din anegorî Dolarê Amerîkayê daket.
Sernûçeyên Duşemî; 29ê Gulana 2023an
Esedullah Esedî' zîndaniyê îranî bi navbeynkariya welatê Umanê vegeriya welêt
Xelkê Tirkiyê li bendê ne ku bizanibin gelo sibê Erdogan yê piraniya dengan bi dest bixe an Kiliçdaroglû