-
Daxuyaniya Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar li ser hebûna serneketî ya xwefirra Tirkiyê li Îranê
May 22, 2024 11:21Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê hegerên beşdariya xwefirra Tirkiyê di operasyona lêgerîna helîkoptera Serokkomar û sernektina wê di vê operasyonê da şirove kir û ragihand: Xala deqîq a bûyera ketina helîkopterê ji aliyê hêzên alîkarîgihên ên bejahî û xwefirrên îranî yên hêzên çekdar va hat diyarkirin.
-
Berdewamiya peyamên hevxemiyê yên serkirde û rayedarên welatên biyanî derbarê şehîdbûna seyd Îbrahîm Reyîsî û hevriyên wî di encama bûyera esmanî de
May 22, 2024 04:18Zêdetirî 65 serok û rayedarên pilebilind ên welatan, rêxistinên navneteweyî û navçeyî û kesayetiyên naskirî yên navçeyî û cîhanî şehîdbûna Dr.Seyd Ebrahîm Reîsî û hevriyên wî di encama bûyera esmanî de hevxemiya xwe ji hikûmet û gelê Îranê re ragihandin.
-
Tehran amadeyî oxirkirina dîrokî ye
May 21, 2024 17:39Bi dû şehîdbûna Ayetullah Seyid Îbrahîm reîsî Serokkomar, Wezîrê Karên Derve, Pêşnimêja Îniyêya Tewrêzê û Parêzgarê Azerbaycana Rojhilat û tîma hevrê digel wan, paytexta Îranê amadeyî lidarxistina oxirkirina bicoş a meytên Şehîdên Xizmetê ye.
-
Balafirgeha Mêhr-Abadê; Pêşwazî li meytên Serokkomarê şehîd û hevrêyên wî - 2
May 21, 2024 16:50Dîmenên pêşwaziya li meytên Şehîd Seyid Îbrahîm Reîsî Serokkomar û hevrêyên wî li Balafirgeha Mêhr-Abadê ya Tehranê.
-
Alaya NY'yê li New Yorkê bo rêzgirtina li Şehîdên Xizmetê veguherî rewşa nîve-hilkirî
May 21, 2024 16:33Alaya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê sibeha roja Sêşemiyê li gor dema xwecihî bi nîşana rêzgirtina li Şehîdên Rêya Xizmetê, Seyid Îbrahîm Reîsî Serokkomar, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve û hevrêyên wan bi amadebûna rayedarên NY'yê û Balyozê Îranê li vê saziyê kete rewşa nîve-hilkirî.
-
Tewafdana meytê Şehîd Reîsî li dora tirba Hezreta Mesûmeyê (S)
May 21, 2024 16:22Îro Sêşemî, meytên Şehîdên Rêya Xizmetê li bajarê Qumê û Mezargeha paqij a Hezreta Mesûmeyê (S) û bi beşdariya bi hezaran kes ji niştecihên vî bajarî hatin oxirkirin.
-
Vîdyo; Beşdariya bicoş û berfireh a gelê Qumê di merasima Oxirkirina meytê Şehîdên Xizmetê da
May 21, 2024 16:15Bi dehan hezar kes ji gelê Parêzgeha Qumê berêvara Sêşemiyê bi xem û kesereke zehf û lixwekirina kincên reş, xatir ji meytê Serokkomarê Şehîd û hevrêyên wî xwestin.
-
Rêberê Înqilabê dê liber meytên Serokkomarê Şehîd û hevrêyên wî nimêj bike
May 21, 2024 15:58Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê sibe (Çarşemî) li ber meytên Şehîdên Xizmetê nimêj bike.
-
Meytên Şehîdên Xizmetê li Qumê hatin oxirkirin
May 21, 2024 15:45Meytên Şehîdên Rêya Xizmetê, Seyid Îbrahîm Reîsî Serokkomar, Husên Emîr-Ebdullahiyan û hevrêyên wan li bajarê Qumê û Mezargeha Hezreta Mesûmeyê (S) hatin oxirkirin.
-
Erdogan: Em bi awayekî rêzdarane Reîsî bi bîr tînin
May 21, 2024 14:57Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê wek berteka derheq şehîdbûna Serokkomarê Îranê ragihand, Em bi awayekî rêzdarane Reîsî bi bîr tînin.