•  Ayşe Acar Başaran:

    Ayşe Acar Başaran: "ENKS xwestekên Tirkiyê dubare dike"

    Tesrîn 01, 2020 07:48

    Parlamentera bajarê Êlihê yê Tirkiyê û berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran daxwaza Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê ya betalkirina sîstema hevserokatiyê şiband siyaseta ku hikumeta Tirkiyê li dijî Kurdên Tirkiyê dimeşîne û diyar kir ku di vê qonaxê de yekitî pêdiviyeke girîng e.