Sekreterterê Giştî yê IYI Partiyê li ser pirseke derbarê doza girtina HDPê de got ”Eger pêwîst bike li gor min HDP divê bê girtin.”
Çavkaniyeke siyasî ragihand ku piştî hevdîtina Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tev Serokê Tevgera Sedrê biryar hat dayîn ku ev tevger û Komîteya Hevahengiya Şîeyan ji bo damezirandina dewletê fraksiyonekê ava bikin.
Serokomarê Iraqê bi dayîna hikmekî hemî nûnerên dora pêşîn a Parlimana vî welatî wek karbes anku teqawidbûyî ragihand.
Serokê Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçeli bang li Dadgeha Destûrê kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê girtin.
Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê bi peyamekê bo Muhemed Helbûsî, bijartina dubare ya wî wek serokê Parlimana Iraqê lê pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê kir û hêviya xwe derbirî ku ev hilbijartin bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust û Iraqê ber bi qonaxeke nû ve bibe.
Muhemed Helbûsî di civîna dengwergirtina roja Yekşemiyê wek serokê Parlimana Iraqê hat bijartin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand ku wan pêşniyarnameyeke hevbeş derbarê hilbijartina pêşwext de amade kirine û got: "Ev pêşniyarnameya hevbeş dê bibe pêşniyarnameya hemû partiyên opozîsyonê. Lê em dizanin û bawer dikin ku di nav AKPê de jî parlamenterên xwedî wijdan hene. Ew jî dê dengên erê bidin pêşniyarnameyê.”
Yekemîn civîna parlimana nû ya Iraqê bi awayê fermî dest pê bû da ku tê da tevî sondxwarina nûnerên nû, namzedên postên serokatiya parlimanê û du cîgirên wî/wê bên diyarkirin.
Li Parlamena Tirkiyê hevdîtinên budceya 2022ê bi dawî bûn û qanûna budceyê li Lijneya Giştî hat pesendkirin. Li Lijneya Giştî ya Parlamena Tirkiyê 17ê Kanûna 2021ê pêşniyara qanûna Budceya Rêveberiya Navendî ya 2022ê hat pesendkirin.