Têkoşerên Berxwedana Îslamî ya Lubnanê, bona piştgiriya ji xelkê Xezze û Lubnanê, îro baregeha Şeraga (navenda îdarî ya fermandehiya tîpa Golanî) li bakurê bajarê dagirbûyî yê Ekayê dan ber mûşekan.
Çavkaniyên nûçeyan basa pevçûnên giran û mil bi mil di navbera leşkerên Rejîma Siyonîst ku ber bi Bênt Cibeylê va diçin û şervanên Berxwedanê da kirin.
Berdevkê Sindoqa Piştgirîya ji Zarokan a NY (UNICEF) ragihand: Tirs û wehşetên li Xezzeyê nika careka din li Libnanê dubare dibin.
Navenda Ragihandina Cengê ya Hizbullaha Libnanê ragihand ku vê tevgerê bi mûşekan êrişî çend cî û çeperên hestyar û istiratejîk ên Rejîma Sîyonîst kir.
Serokê Yekitîya Cîhaîn ya Alimên Misilman xwest ku misilman piştgirîyê bidin gelê Filistînê û berxwedana vî gelî li Zîvala Xezzeyê.
Koma Berxwedana Islamî ya Iraqê ragihand ku dîsan bi 4 xwofirran êrişî çend navendên girîng ên sîyonîstan ji wan bendera Um Reşaşê ku ketîye başûra Erdên Dagirbûyî yên Filistînê kir.
Çavkaniyên nûçeyan basa êrişa giran û hovane ya Rejîma Siyonîst ser navçeya El Xubeyriyê li Zahiyeyê kirin, ev navçeya çend caran kete ber êrişa hewayî ya giran a siyonîstan.
Şêwirmendê payebilind ê rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî di civîna xwe ya nûçeyan a îro li Bêyrûtê got, her biryarek ku hikûmet û Berxwedana Libnanê bigirin, em ê piştgîriyê bidinê.
Şêwirmendê payebilind ê rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî berî nîvroja îro ji Sûriyê derbasî Bêyrûtê bû û bi serokwezîrê Libnanê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Hizbullaha Libnanê di daxûyanîyekê da ragihand ku îro jî bi mûşekan êrişî bakura Erdên Dagirbûyî yên Filistînê kir û Rejîma Sîyonîst jî derheq vê şîyana Hizbullahê mukur hatîye.