-
ji xwemukurhatina rojnameyeke amerîkî: Ji nû ve avakirina bilez a binesaziyên Îranê, Rejîma Siyonîst sûrpirayz kirin
Tîrmeh 24, 2026 17:15Rojnameya Wal Strît Jûrnalê ragihan leza ji nû ve avakirina binesaziyê derbelêketî yên Îranê rayedarên Rejîma Siyonîst sûrpirayz kirin û li bara bi bandorbûna êrişên vê rejîmê şik û guman pêk anîne.
-
Gotûbêja Pizişkiyan û Serokwezîrê Iraqê li ser geşepêdana têkiliyan
Tîrmeh 24, 2026 09:02Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Serokwezîrê Iraqê bi tekeziya li ser peywendiyên kûr ên dîrokî çandî, olî û gelanî di navbera her du welatan û ser pêwîstiya parastin û xurtkirina ev sermiyana bi nirx wekî piştîvanek jibo berfirehkirina hevkariyaên stratejîk tekez kirin.
-
Eraqçî: Me digel Amerîkayê pirsgirêka navbeykarî tine, pirsgirêk staretejiya Amerîkayê ye
Tîrmeh 24, 2026 08:45Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Me niha digel Amerîkayê pirsgirêka navbeykarî tine, pirsgirêk staretejiya Amerîkayê ye. Nêrîna nemaqûl, zêdexwazî û serdestîxwaziya vî welatî ku bi berteka bihêz a Komara Îslamî ya Îranê re rûbirû bûye.
-
Îsmaîl Beqayî: Amerîka di halê normalkirina cinayetên cengê de ye
Tîrmeh 24, 2026 08:30Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Karên Derve nivîsî: Rayedarên Amerîkayê di halê xerakirina rêzikên bingehîn ên mafên navneteweyî yên mirovheziyê û normalkirina cinayetên cengê ne.
-
Dewama bersiva Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li himberî destdirêjiyên berdewam ên Amerîkayê
Tîrmeh 24, 2026 08:02Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî û Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di bersiva destdirêjiyên berdewam ên Amerîkayê ser axa Komara Îslamî ya Îranê de , çendîn sîstemên mûşekî û cebilxaneyên artêşa terorîst a Amerîkayê li navçê têk birin.
-
Serdar Şikarçî: “Tolhildana me, derxistina Amerîkayê ji navçeyê ye”
Tîrmeh 22, 2026 18:20Berdevkê Payebilind ê Hêzên Çekdar got: “Di raya giştî ya Îranê da, divê mijara tolhildanê di ast operasyoneke taktîkî û gelekî astnizim neyê kêmkirin. Belkî stratejîya me, derxistina amerîkayiyan ji navçeya Rojavayê Asyayê ye.”
-
NY nîgeraniya xwe ji êrişên li ser binesaziyên sivîl ên Îranê diyar kir
Tîrmeh 22, 2026 18:12Berdevkê NY’yê, hevdem li gel dewama êrişên destdirêjkerane yên Amerîkayê li ser Îranê, ragihand: “Antonîyo Gotereş, Sekreterê Giştî ji ber êrişên li ser binesaziyên sivîl ên li Îranê nîgeran e.”
-
Fermandeyê Giştî yê Artêşê: “Em ê lingên qirêj ên amerîkayîyan bişkênin”
Tîrmeh 22, 2026 17:50Fermandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, tevî tekeziya ser amadetiya tam a hêzên çekdar, got: “Komara Îslamî ya Îranê, li hember her destdirêjiyekê, dê bersiveke vebirr bide û Amerîka divê derheq hêz û rûmeta gelê Îranê mikur were.”
-
Wezîrê Karên Hundir: Hin lihevkirinên giring digel Pakistanê ji bo pêşxistina bazirganî û sînoran pêk hatin
Tîrmeh 22, 2026 16:55Wezîrê Karên Hundir ê Îranê piştî hevdîtina bi rayedarên payebilind ên siyasî û leşkerî yên Pakistanê, qala bidestxistina lihevkirinên giring ji bo pêşxistina hevkariyên bazirganî û sînorî navbera du welatan kir.
-
Serokwezîrê Iraqê dê were Tehranê
Tîrmeh 22, 2026 16:02Serokwezîrê Iraqê sibe anku Pêncşemiyê dê wek serdaneke fermî berê xwe bide Tehranê.