-
Li Fransayê xwepêşandan li dijî qanûneke nû birêve diçin
Tesrîn 28, 2020 09:54Li hijmareke bajar û bajarokên Fransayê xwepêşandan dijî qanûneke nû tên kirin. Ev qanûna bi navê asayîşa giştî ye û ji aliyê partiya Emmanuel Macron, serokê vî welatî hatibû pêşniyarkirin û sêşema borî ji aliyê parlemanê ve hatibû pesendkirin.
-
Parlimana Ewropayê daxwza boykotkirina Tirkiyê kir
Tesrîn 27, 2020 05:18Nûnerên Parlimana Ewropayê roja Pêncşemiyê bi pesendkirina biryarnaameyekê daxwaza sepandina hin boykotan dijî Tirkiyê ji ber liv û tevgerên vî welatî li rojhilata Deryaya Sipî kir.
-
Tirkiyê li ser pêşnûmeya serxwebûna Nagorno-Qerebaxê bertekeke tund da Fransayê
Tesrîn 26, 2020 16:49Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê pesendkirina pêşnumaya naskirina serxwebûna herêma Nagorno-Qerebaxê ji aliyê Senata Fransayê ve nerazîbûnek tund nîşan da û ragihand, “Banga Senatoya Fransayê ya divê Komara Azerbaycan vekişe nav axa xwe pêkenî, alîgir û ji rastiya dûr e.”
-
4 dewletên Ewropayê têkelderên danûstandinên Lîbyayê hişyar kirin
Tesrîn 24, 2020 05:28Fransa, Brîtanya, Îtalya û Almanya roja Duşemê, bi daxuyaniyeke hevpar gefa cezayan li kesên ku danûstandinên di navbera aliyên lîbyayî de asteng dikin, xwar.
-
Google û 6 medyayên binavûdeng ên fransî li hev kirin
Tesrîn 21, 2020 07:08Le Monde û Le Figaro jî di nav de Goole ligel şeş rojname û kovarên li Fransayê peymana telîfê girê da.
-
Fransayê ji bo Qerebaxa Jorîn çavdêriya navnetewî xwest
Tesrîn 20, 2020 15:42Serokomariya Fransayê xwest ku agirbesta li Qerebaxa Jorîn ku dewleta Tirkiyê û Komara Azerbaycanê bi çeteyan dagir kiriye ji hêla civaka navnetewî ve were çavdêrîkirin.
-
Troîkaya Ewropî îdîa dike: Îranê Peymana Navokî binpê kiriye
Tesrîn 20, 2020 12:00Sê welatên Ewropî yên rêkeftina navokî ya tev Îranê îmza kirine, tevî ku sozên xwe yên ku dê bandorên vekişîna Amerîkayê ji Rêkeftina Navokî bê encam bikin cih neanîne, bi cih neanîn, di daxuyaniyekê de îdîa kirin ku Îranê tevî dilsozî û nêta wan a xêrê, rêkeftina navokî binpê kiriye".
-
Macron 15 roj dem da mislimanên li Fransayê
Tesrîn 20, 2020 08:49Koşka Elysee ya Serokatiya Fransayê ragihand; Emmanuel Macron tenê 15 roj mohlet da mela û waîzên li Fransayê ku "peymana nirxên Komara Fransayê" îmze bikin.
-
Fransa: Tirkiye Îslamiya êrîşkar li dijî me pêş dixe
Tesrîn 16, 2020 17:57Hikûmeta Fransa Tirkiyê bi wê yekê tawanbar dike ku ew li ber deriyê Ewropa “îslamiya êrîşkar" cîbicî dike û got, îmkan heye Yekîtiya Ewropayê dorpêçan li ser hinek sektoran deyne.
-
Li Ewropayê qedexekirina Tevgera Gurên Boz tê gotûbêjkirin
Tesrîn 14, 2020 19:19Li Ewropayê gotûbêjên li ser qedexekirina grûpa tirkên tundrew û nejadperest a bi navê Tevgera Gurên Boz berdewam e. Ji bo qedexekirina vê tevgera ku li Fransayê êdî qedexekirî ye, li Almanya partiyên opozîsyonê yên weke Keskan û Partiya Çep dest bi hewldanekê kiribûn û babet li gel partiyên hevpeymanên hikûmetê jî gotûbêj kiribûn.