-
Parêzgarê Dihokê bêyî şermezarkirina êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê xwest PKK ji vê Herêmê derkeve
May 25, 2021 21:04Parêzgarê Dihokê bêyî ku balê bikişîne ser herêmên dagirbûyî ji aliyê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê daxwaz kir hêzên PKKê ji Herêma Kurdistanê derkevin û êdî ziyanê negihînin xelkê Herêma Kurdistanê.
-
PKK: Li Dihokê 4 şervanên me yên ji tedawiyê vedigeriyan bi êrişa hewayî hatin kuştin
May 25, 2021 20:13PKK’ê ragihand ku şeva 20’ê Gulanê li derdora gundê Mangişkê yê Dihokê li Herêma Kurdistanê, 4 şervanên ji tedawiyê vedigeriyan di êrişa hewayî ya dewleta Tirkiyê de hatin kuştin.
-
Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
May 24, 2021 13:32Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
-
Li Dihokê; Ji ber bombebaranên Tirkiyê agir bi derdora çar gundan ket
May 22, 2021 10:39Artêşa Tirkiyê rêya sereke ya gundê Hirûr û derdora gundên Kêste û Çêlka Krîstiyanan bi tundî bombebaran kirin û di encamê de agir bi derdora çar gundan ket û boriya ava gundê Bazîva jî teqiya.
-
Balafirên Artêşa Tirkiyê çar gundên Duhokê bombebaran kirin
May 21, 2021 21:16Balafirên cengî yên Tirkiyê îro çar gundên Çelkê, Kêste, Atûşî û Bêbadê yên ser bi qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê ve bi dijwarî bombebaran kirin.
-
Balafirên şêr ên artêşa Tirkiyê otomobîlek li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin
May 21, 2021 08:56Balafirên şer ên Tirkiyê li ser rêya gundê Dîlyayê yê ser bi bajarokê Mangêşkê ve li Duhokê kirin armanc. Rêveberê wê nahiyê jî dibêje, ew otomobîla gerîlayên PKKê bûye.
-
Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
May 16, 2021 14:40Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 141 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
-
Rêxistina Efûya Navneteweyî cezayê 6 salan li ser 5 rojnamegeran şermezar kir
May 11, 2021 12:02Duh Duşemiyê Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistana Iraqê li dijî 5 rojnameger û çalakvanan cezayê 6 salan birî û Rêxistina Efûya Navneteweyî ev biryar şermezar kir û got divê yekser werin berdan.
-
Balafirên Tirkiyê navçeyên ser bi Dînartê ve bordûman kirin
Nîsan 16, 2021 23:14Balafirên şer ên Tirkiyê îro du caran li pey hev derdora gundekî navçeya Akrê ya li parêzgeha Duhoka Herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Tê gotin, cihê ku hatiye bordûmankirin, pir nêzîkî cihên niştecihbûnê bûye.
-
Dema dawî ya lidarxistina Kongreya çarddehem a Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê hat ragihandin
Sibat 24, 2021 08:29Sekreterê Ofîsa siyasî ya Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) ragihand ku kongreya çaredehem a vê partiyê dê 26ê Gulana 2021ê were lidarxistin.