-
DAIŞê li parêzgeha Diyalê êrişî ser ser xaleke kontrolê ya artêşa Iraqê kir
Îlon 13, 2021 05:30Şeva borî terorîstên DAIŞê li sînorê parêzgeha Diyaleyê bi 2 êrîşan xaleke kontrole ya hêzên Iraqê kontrol kir û 3 serbazên Iraqê hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne.
-
Li Dêrazorê; QSD’ê şaneya ku gef li şêniyan dixwar û şantaj dikir girt
Îlon 09, 2021 05:07QSD’ê li Dêrazorê 3 kesên gef li şêniyan dixwar, şantaj dikirin, fîdye û pere ji wan dixwestin, girtin.
-
Di êrîşeke DAIŞê de li Gulalayê 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn
Îlon 08, 2021 12:37Terorîstên DAIŞê li nehiya Gulala êrîşî ser xaleke artêşa Iraqî kir û di encamê de 5 leşkerên Iraqî birîndar bûn.
-
Artêşa Iraqê li Kerkûkê çend xalên serbazî vala kirin
Îlon 04, 2021 20:11Li Kerkûkê çend xalên serbazî hatin valakirin û ji ber vê yekê tirs ketiye dilê welatiyan, ku DAIŞ êrîşî gundên wan bike.
-
DAIŞê li rojavayê Kerkûkê êrîşî gundekî Kurdan kir
Îlon 02, 2021 10:26Hejmarek çekdarên DAIŞê şeva bihorî êrişî gundekî Kurdan li sînorê parêzgeha Kerkûkê kirine û di navbera wan û gundiyan de şer derketiye û serbazekî iraqî hatiye kuştin û 5 kes ji xelkê gund jî birîndar bûne, ku tê gotin birayên hev in.
-
Viyan Dexîl: Divê Iraq aqûbeta keç û jinên êzdî ji welatên cîran bipirse
Tebax 30, 2021 20:32Jina çalakvan a kurdên êzdî û parlementera berê ya Şengalê li Parlementa Iraqê Viyan Dexîl daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike aqûbeta keç û jinên êzdî ji welatên cîran bipirse.
-
Balafirgeha Kabulê bi mûşekan hatiye armanckirin
Tebax 30, 2021 07:35Balafirgeha Kabulê rastî êrîşeke bi mûşekan hat û ji aliyê sîstema berevaniya mûşekî ya Amerîka ve hat şikandin.
-
Amerîka: Me li Efxanistanê li DAIŞê da, çend serkirdeyên wê hatin kuştin
Tebax 28, 2021 19:50Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; li Efxanistanê 2 berpirsên pilebilind ên DAIŞê hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.
-
DAIŞê berpirsyariya teqînên li Kabulê girte ser xwe
Tebax 27, 2021 04:55Koma terorîst a DAIŞ'ê berpirsyariya teqînên xwekujî yên li Kabula paytexta Efxanistanê girte ser xwe.
-
Di peqîna Kabul de 60 kes hatin kuştin
Tebax 26, 2021 18:10Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, ji ber teqîna li deriyekî balafirgeha Navdewletî ya Kabulê paytexta Efxanistanê du teqîn çê bûn ku piştî teqînê, gelek gulle hatine reşandin û li deriyên din ên balafirgehê jî alozî derket û deriyên balafirgehê hatin girtin. Li gor zanyariyên herî dawiyê ji ber van teqînan 60 kes hatin kuştin.