-
DAIŞiyên hatine girtin: Plana êrişa Hesekê li Serê Kaniyê hatiye amadekirin
Çile 25, 2022 08:23Berdevkê berdevkê rêxistina kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ragihand ku plana êrişa li ser Hesekê, li bajarê Serê Kaniyê hate danîn ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.
-
HSD: 300 terorîstên DAIŞ'ê xwe teslîm kirin
Çile 25, 2022 06:39HSD'ê ragihand ku 300 terorîstên DAIŞ'ê yên ku di girtîgehê de bûn, xwe teslîm kirin û çekên xwe radest kirin, her wiha 8 terorîstên din ên DAIŞ`ê jî hatin kuştin.
-
HSD: Terorîstên DAIŞê di nav girtîgehê de bi sedan zarok wek mertala zindî bikar tînin
Çile 24, 2022 13:22Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bang li Netewên Yekgirtî û Xaça Sor a Navdewletî dike da ku destêwerdanê bikin û zarokên ku ji aliyê DAIŞê ve wek mertalên mirovî tên bikaranîn, rizgar bikin.
-
Di bin Mizgefta El Nûrî de cihê nimêjê yê ji sedsala 12'an mayî hate dîtin
Çile 24, 2022 08:36Li kolanên Mizgefta El Nûrî ku li Mûsilê çeteyên DAÎŞ'ê ew kavil kiribû, hêwaneke nimêjê ya ji sedsala 12'an mayî hate dîtin.
-
Li Iraqê li dijî DAIŞ'ê operasyoneke berfireh dest pê kir
Çile 24, 2022 07:33Fermandarê Operasyonên Diyalayê yê Heşdî Şabî Talib El-Mûsewî ragihand ku duh li dijî terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyalayê ya Iraqê operasyoneke berfireh dane destpêkirin.
-
HSD: Di şer û pevçûnên Hesekê de 175 terorîstên DAIŞê û 27 şervanên HSDê hatin kuştin
Çile 24, 2022 06:21Fermandariya Giştî ya HSDê duh bîlançoya 3 rojan a şer û pevçûnên li Hesekê aşkere kir û ragihand, di şer û pevçûnên li derdora girtîgeha Sinaa ya Hesekê de 175 terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin û 27 şervanên HSDê jî jiyana xwe ji dest dane.
-
Li Hesekê qedexa giştî, li herêmên din jî qedexeya sînordarkirî hat ragehandin
Çile 24, 2022 05:40Teşkîlat kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser ji bo parastina ewlehiya herêmê, qedexeya giştî li Hesekê û qedexeya sînordarkirî li herêmên din ên di kontrola vê teşkîlatê de ragihand.
-
Piştî zêdebûna tevgerên terorîstî yên DAIŞê; Mesrûr Barzanî: Sînoran tund bikin
Çile 23, 2022 13:26Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser baştirkirina awayên parastina Herêma Kurdistanê ji “gefên terorîstan” li gel, Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe civiya.
-
Şerê dijî çeteyên DAIŞê li Hesekeyê berdewam e
Çile 23, 2022 13:22Şerê dijî terorîstên DAIŞê di girtîgeha Hesekeyê de ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve bi piştîvaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji roja Îna borî ve berdewam e.
-
PYD: Dewleta Tirkiyê jinûve girêdana xwe bi DAIŞ`ê ve eşkere dike
Çile 23, 2022 07:20PYD`ê da zanîn ku dewleta Tirkiyê bi rêya êrişên li dijî Eyn Îsa, Şehba û Til Temirê her wiha êrişên DAIŞ`ê li ser Hesekeyê jinûve girêdana xwe bi DAIŞ`ê re eşkere dike da ku derfetê nede QSD`ê ku alîkariya hevalên xwe di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bike ku bersiva êrişa DAIŞ`ê bide.