Peyama Pîrozbahiya Şêwirmendê Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi boneya 'Cejna Sedeyê'
Şêwirmendê Serokê Komara Îslamî ya Îranê li warê qewm û kêmîneyên dînî û mezhebî bi peyamekê hatina Cejna Sedeyê pîroz kir.
Ebdulselam Kerîmî, Şêwirmendê Serokê Komara Îslamî ya Îranê li warê qewm û kêmîneyên dînî û mezhebî bi peyamekê Cejna Sedeyê pîroz kir û nivîsî ku Cejna Sedeyê, şahî û surûr bi nîşana serketina ronahiyê li hemberî tarîtî û nezantiyê ye.
Di vê peyamê da hatiye ku ev cejn ji cejnên resen ên îranî ye ku li kêleka cejn û ayînên mezin ên îranî weke Newroz û Mêhriganê, ji ayînên kevn ên îraniyan tê hesab.
Cejna Sedeyê di roja dehem a meha Behmenê (30ê Çileyê) tê lidarxxistin û weke cejnên din ên resen ên îranî, Agir, hêmana sereke ya lidarxistina vê cejnê ye.
Cejna Sedeyê li gelek bajarên Îranê nemaze bajarên Zerdeştînişîn tê lidarxistin û hevrê di gel Newroz û Şeva Çileyê (Şeva Yeldayê), ji sê cejnên mezin ên îranî ye.