Tebax 07, 2024 22:14 Asia/Tehran

Bereberê amadekariyên Îranê û mêhwera berxwedanê ji bo bersivdana li kiryarên terorîstî yên Rejîma Siyonîst, Rêxistina Hevkariya Îslamî civîneke awarte li Ceddeyê li dar xistiye.

Elî Baqirî, sergêrê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê, îro çarşemî, danê sibê, di serokatîya taximekê da bo pişkdarîya li civîna awarte ya komîteya cîbicîkar a wezîrên karên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî, ber bi Ceddeya Erebistanê ve çû. Ev civîna awarte bi destûrxebata hilkolandina dewama cinayetên siyonîstan dijî xelkê Filistînê herwiha berûlayên şehîdkirina Îsmaîl Heniye, serokê polîtboroya Tvegera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) ji aliyê Rejîma Siyonîst ve û binpêkirina qada hakimiyet û ewlehiya netewî ya Îranê ji aliyê vê rejîmê ve hat lidarxistin.

Rêxistina Hevkariya Îslamî, berpirsyariya aşkera li hember mesela Filistînê heye û di esasê xwe de felsefeya hebûnê ya Rêxistina Hevkariya Îslamî, parastina Filistîn û Mizgevta Eqsayê ye û metirsiya li ser hebûnê ya dijî Filistînê ti carî bi qasî niha cidî û berbelav nebûye, ji ber vê lidarxistina vê civînê û pilanên wê palpiştiyeka bihêz ji bo serêxwegirtina mafê berevaniya rewa ya ÎRanê û mêhwera berxwedanê li hember terorên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst pêk tînin. 

Birrîna peywendiyan bi Rejîma Siyonîst re, piştgîriya ji cihanîna hikmê girtina Netaniyahu wekî cinayetkarê cengê û daxwaza ji bo mihakimeya wî ya navnetewî, daxwaza derxistina Rejîam Siyonîst ji Rêxistina Netewên Yekgirtî û saziyên ser bi wê ve û herwiha piştgîriya ji mafê berevaniya rewa ya mêhwera berxwedanê bona bersivdana li terorên vê dawiyê ji wan xalan in ku Rêxistina Hevkariya Îslamî bi sûdwergirtina wan pişkek ji berpirsyariyên xwe li hember mijara Filistînê û kiryarên terorîstî yên Rejîma siyonîst cih bîne.