“Tûrikê Zêrîn” bernameyeka çandî ye ku li SAHAR TV’yê, beşa kurmanciyê belav dibe. Ev bername her hefteyê, di şevên pêncşeman de ser wêjeyî û şevên îniyan ser mijara pizişkî, demjimêr 20.30 şevê(li gorî dema Têhranê)û bi qasî 40 deqeyan pêşkêşî temaşevanan dibe.

Eva yekemîn bernameya bi vî rengî li televîzyona Îranê ye ku bi kurmancî, mijarên cur bi cur li ser pirsên tenduristî û wêjeyî nîqaş dike. Karnasên pispor wekî Dr. Nevîdî, Dr. Şemsîpûr, Dr. Mîlan, Dr. Ayînfer, Edo Mîlan, Yehya Elewîferd, … di van bernameyan de bi amadebûna li stûdiyoyê, yan bi rêya telefonê, skype’ê û hin caran jî bi SNG’yê mijaran hildikolin.


Endamên çêkirina vê bernameyê ev in:

Wêjeyî: Rostem Nadirî, amadekar

Destyarê bernamê: Kerîm Ekberzade

Beşa pizişkî, amadekar: Erselan Xendanî,

Destyar: Ferhnaz Kerîmî

Pêşkeşvan: Menûçêhr Tarvêrdî




Tebax 12, 2015 04:10 UTC