Zêdebûna kêşeyên di navbera Hind û Pakistanê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i354456-zêdebûna_kêşeyên_di_navbera_hind_û_pakistanê_de
Aloziyên di navbera her du hêzên navokî yên başûrê Asyayê, Hindistan û Pakistanê, piştî êrîşa terorîstî ya vê dawiyê li Kêşmîrê ku di encama wê de herîkêm bîst û şeş kes hatin kuştin, derbasî qonaxeke nû bûye.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 29, 2025 13:52 Asia/Tehran

Aloziyên di navbera her du hêzên navokî yên başûrê Asyayê, Hindistan û Pakistanê, piştî êrîşa terorîstî ya vê dawiyê li Kêşmîrê ku di encama wê de herîkêm bîst û şeş kes hatin kuştin, derbasî qonaxeke nû bûye.

Pevçûnên sînorî yên di navbera Hindistan û Pakistanê de carek din gurrtir bûne û hêzên her du welatan di şevên derbasbûyî de cara sêyem li navçeya  Kêşmîrê ya ku kêşe ser heye  êrişî hev kirin. Hindistan Pakistan, bi destpêkirina gullebaranê tawanbar kiriye, di heman demê de Îslamabadê hêj bersivek fermî nedaye.

Vekoler dibêjin ku her çend krîzên buhurî hîn di bîra her du neteweyan de maye û kevn nebûye ,lê êrişên nû yên li Kêşmîrê metirsiya vegerandina pevçûnên berfireh û giştalî ji her demekê zêdetir kirine. Mijarek ku Pakistanê ew red kiriye û hîna jî daxwaza vekolîneke navneteweyî ya bêalî dike.