Berteka Îranê li hemberî daxuyaniya NY li warê Mafên Mirovan
Sêkrêtêrê Navenda Mafên Mirovan a saziya dadweriya Îranê bersiva daxuyaniya komîsirê bilind ê Mafên Mirovan ê Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY) li bara cihanîna hukmê cezaya hejmarek ji têrorîtan li Îranê da.
Sêkrêtêrê Navenda Mafên Mirovan a saziya dadweriyê ya Îranê, Mihemed Cewad Larîcanî bi şandina nameyekê ji bo komîsirê bilind ê Mafên Mirovan ê NY daxuyaniya weşandî ji aliyê vê rêxistinê li bara cihanîna hukmê cezaya hejmarek ji têrorîstan li Komara islamî ya Îranê ciyê mixabiniyê da zanîn.
Larîcanî her viha got: Komara Islamî ya Îranê wekî welatê ku bûye goriyê têrorîsmê, yê her cûre kiryarê ji bo dabînkirina ewlehiya gelê xwe her viha têkoşîna bihêz û ciddî li hemberî têrorîsmê li nav sînorên xwe û derveyî wan, pêk bîne.
Sêkrêtêrê navenda Mafên Mirovan a saziya dadweriyê ya Îranê got: Li ser esasa vê siyasetê ye ku Komara Islamî ya Îranê hewildan û kiryarên rastbînane li warê têkoşîna li hemberî zêdegavî û komên têrorîst li navçeyê pêk tîne, heman komên ku ji aliyê welatên idiakirê şerê dijî têrorîsmê û piştgiriya ji Mafên Mirovan va hatine damezirandin û ji wan piştgiriya giştalî pêk tê.
Larîcanî ji komîsirê pilebilind ê NY li warê Mafên Mirovan ra got: Di rewşa ku hinek ji welat û navçeyên cîhanê ji ber gefa têrorîsmê nearam in, çaverêtî heye ku welat û saziyên navneteweyî ji wan nivîsgeha komîsirê bilindn ê NY li warê Mafên Mirovan hemî derfet û imkanên xwe ji bo şerê dijî têrorîsmê û têrorîstan bi kar bîne.
Li nameya navenda Mafên Mirovan a saziya dadweriyê ya Îranê bo komîsirê bilind ê NY li warê Mafên Mirovan hatiye: Diyardeya şûm û kirêt a têrorîsmê ku bi piştgirî û piştevaniya hinek ji dewletên biyanî hevrê bûye, hertim ji destpêka serketina Inqilaba Islamî va wek yek ji babetên ciddî yên binpêkirina mafên bingehîn ên welatiyên îranî bi taybet mafê jiyan û mafê aştî û ewlehiyê tê hesêb.
Li vê nameyê hatiye ragihandin ku di heyama salên dawiyê da 5 zanyarên navokî yên îranî hatin têrorkirin ku çar kes ji wan şehîd bûne; Ji aliyê din va zêdetir ji 17 hezar şehîdên têrorê li dosyeya reş a koma têrorîst a Munafiqînê hatine qeydkirn; Lê ev koma hîn jî li hinek ji welatên rojavayî çalak e ku ev yeka nîşana pîvan û istandardên durû li warê mijara têrorîsmê ye.
Ji bilî viya di salên 2013 û 2014`an gelek êrîşên têrorîstî li dijî sînorvanên Îranê her viha hejmarek ji şûnewarên çandî û dîplomatîk ên Komara Islamî ya Îranê li Bêyrût, Sena û Pîşawerê qewimîn ku bûne sebeba revandin û şehîdkirina hejmarek ji sînorvan, dîplomat û welatiyên bêguneh.
Di rewşeke viha da hinek ji welat û navçeyên cîhanê ji gefa ciddî ya têrorîsmê di rencê da ne û çaverêtî heye ku welat û saziyên navneteweyî ji wan nivîsgeha bilind a NY li warê Mafên Mirovan hemî imkan û derfetên pêwsît ji bo şerê dijî têrorîsm û têrorîstan bi kar bînin.
Xuya ye ku dayîna daxuyaniyên bi vî rengî mîna tişta ku komîsirê bilin ên NY li warê Mafên Mirovan li bara cihanîna hukmê cezaya hejmarek ji têrorîstan li gorî tu yek ji belgenameyêm navneteweyiya parastina şerê dijîê têrorîsmê nine û ne tenê di riya şerê dijî têrorîsmê tu alîkariyê nadin belkinîşanên şaşû jî ji bi têrtorîstan dişînin.
Li Komara islamî ya Îranê jî tu carî kesek ji ber ol, mezmezheb an qewmiyeta xwe nayê cezakirin.
Ji aliyê din va têrorê jî tu têkiliya xwe bi ol, mezheb û ayînî ra tine; Beşek ji goriyên têrorê li Îranê gelê bêguneh û berirsên sune ne.
Li gorî xala nûzdehem a qanûna bingehîn a Komara Islamî ya Îranê beşek ji goriyên têrorîsmê, gelê Îranê ji her qewm û nijadîê ji her qem û şçandê ku bin xwedana mafên beranber in û reng, njad, ziman û hwd dê serpişkiyê bi xwe ra neynin.