Giranbûna tivdîrên ewlehiyê li Ermenistanê
Eva sê roj in ku li Yêrevanê, pevçûnên piştî bûyerên rehîngirtinê didomin.
Tevî derbasbûna zêde ji du heftiyan ji destpêbûna rehîngirtinê li Yêrevana paytexta Ermenistanê, di mideha yek deheya buhurî de tivdîrên herî giran ên ewlehiyê li vî bajarî cih hatine. Li gorî rapora medya navçeyê, şemiyê bi şev, hevgavê duyemîn şeva bi dû hev, li paytexta Ermendstanê, li ber avahiya serokkomartiyê û parlimanê, xwenîşandaneka dijî dewletê hate li darxistin. Li gorî van raporan, dewra nû ya xwenîşandanên neyaran bona piştgiriya ji çekdaran hate li darxistin ku 15 rojan beriya niha, avahiya polîsê ya navçeya Erbonîya Yêrevanê, bi girtina rehînan dagîr kirin û naxwezin ku xwe radest bikin. Li dewra nû ya xwenîşandanan, di navbera xelkê û polîsê de pevçûn derketiye û heya niha nêzî 100 kes birîndar bûne û zêde ji 100 kes jî hatine girtin. Polîsê Ermenistanê ragihandiye ku çekdarên neyar, roja îniya buhurî, polîsekê bi derba gullê kuştine. Karzanên meselên Ermenistanê, sedema rastîn a nerizamendiyên navxweyî yên li Ermenistanê ji ber du hegeran didin zanîn. Ev du heger, biryarên vê dawiyê yên dewleta Sêrj Serkîsiyan, yên li ser hevhatina axê ya tev Komara Azerbaycanê li ser xwedêtiya navçeya Qerebaxê û herwiha dewama rewşa nebaş a aborî, şûndamayîna aborî û nebaşbûna rewşa bazara xebat û sermayê ya Ermenistanê ye. Li ser bawera van karzanan, şerrê li ser erdê ya Ermenistanê û eva ku istandina erdên gelê ermenî ji Komara Azerbaycanê tê gotin, ji bo ermeniyan ji pirsgirêkên navxwweyî yên Ermenistanê, girîngtir e. Bi çavxuşikandinek ser dîroka Ermenistanê piştî serxwebûna vî welatî di slala 1991`an de, ev rastiya bi hêsanî aşkera dibe ku beşeka zav a gelheya Ermenistanê ku dikarîn koçî welatên din ên cîhanê bi taybet Rûsya, Amerîka û hin welatên ewrûpî bikin, ji vî welatî derketine. Raporên fermî yên dewleta Ermenistanê jî nîşan didin ku zêde ji yek mîlyon û 100 hezar welatiyên Ermenistanê, koçber bûne. Di ratiyê de, em dikarin bêjin: Ew ermeniyên ku Ermenistanê neterikandine, bi giştî armancên wan ên neteweyî û niştîmanî hebûne û li ser dagîrkirina erdên ku îdia dikin disekinin. Di vê navberê de, dagîrkirina erdên Komara Azerbaycanê, tenê beşek ji xwestekên ermeniyan tê hesêb. Eva li halekê ye ku li gorî hevhatina herî dawîn a di navbera serokên Bakû û Yêrewanê de, biryar hatiye dayîn ku gêreya Qerebaxê bi awayekî qonax bi qonax çareser bibe.
Li gorî vê hevhatinê, ku bi navbeynkariya Rûsyayê gihîştiye encamê, li qonaxa yekem, divê ermenistan, beşek ji erdên dagîrbûyî yên Komara Azerbaycana vala bike. Bi vî awayî, tenê hegera zexta ermeniyanser Komara Azerbaycanê, wê ji bo aliyê azerî were dayîn. Xuya ye ku meriv dikare vê biryarê, li ser ziyana aliyê ermenî bizanibe. Di vê rewşê de, meriv dikare nerizamendiyên gelanî, wekî nerizamendiya li hember hevhatinên dewleta Sêrj Serkîsiyan tev dewleta Ilham Elîov, bizanibe. Kesên çekdar ku hejmara wan berî niha di navbera 25 heya 30 kesî de, hatibû ragihandin, 10 roja piştî azadkirina rehînên polîs, 4 endamên komeka bizişkî ku bona dermankirina birîndaran çûbûne nava avahiyê, rehîn girtin. Kesên rehîngir, ji dewleta Sêrj Serkîsiyan, xwestibûn, Jîrayêr Sefîliyan, serokê tevgera dijî dewletê ya Novaya Armeniya (Ermenistana Nûjen) ji zîndanê azad bike. Ew li şerrên navçeya bi gêre ya Qerebaxê yên di navbera vî welatî û Komara Azerbaycanê de, şerr kiriye. Jîrayêr Sefîliyan, bi giranî ji çawaniya karê dewleta Ermenistanê di warê birêveberiya gêreya Nagornoya Qerebaxê de, rexne kiriye. Ew li gorî dengê dadgeheka Yêrevanê, bi tawana xwedîkirina neqanûnî ya çekan û madeyên teqandinê, mehkûmî zîndanê bûye. Bi giştî meriv dikare bêje: Tevî berfirehbûna nerizamendiyên gelanî, dûr e ku dewleta Sêrj Serkîsiyan, li hember nerizamendiyên hin neyaran, teslîm bibe. Bi taybet ku li hilbijartinên serokkomartiyê yên Ermenistanê di sala 2013`an de, Sêrj Serkîsiyan, li gorî sala 2008`an, nêzî sedî 6`an dengên zêdetir bi dest xist. Di rastiyê de, li dewra duyem a hilbijartinên bi dû hev, Serkîsiyan, ji bilî ku pêş hevrikên xwe ket, dengên zêdetir bi dest xist û ev yeka nîşan dide ku ew li cem xelkê Ermensitanê pirr tê hebandin.