Rastbîniya Fuad Mesûm li hember xewn û xeyalên Barzanî
Serokkomarê Iraqê li berteka li hember hewldanên jibo birêvebirina giştpirsiya serbixwetiya Kurdistanê ji vî welatî ev pirsa xist rojevê ku gelo em kurd ser çi esasî behsa damezrandina welatê Kurdistanê dikin?
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî carnan li munasibetên curbicur behsa lidarxistina giştpirsiya serbixwetiya Kurdistanê dike mijara ku di nava kurdan jî nayê pesendkirin û ji ber zirûfên heyî û dûhatên wê yên texmîn-nekirî jê pêşewaziyê nakin.
Kesayetiyên giring ên kurdan li Iraqê bi awayekî nerênî li helwêstên Barzanî dinêrin û serbixwetiya Kurdistana Iraqê zirûfeke baş jibo berevaniya ji mafên kurdên vî welatî nizanin.
Berpirsê karûbarên cihanînê yên nivîsgeah siyasî ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdisatan Iraqê (YNK) Mela Bextiyar vê dawiyê li gotûbêjekê an ziman ku partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) bêyî hebûna ti nihêrîneke diyarî li bara giştpirsiya serbixwetiyê ser lidarxistian wê disekine.
Niha jî kesayetiyekî din ê kurd wek serokkomarê Iraqê eşkere hilêxistina behsa damezrandina welatê Kurdistanê rexne dike û dibêje: Li vê barê divê mesela binavahî û mekanîzma damezrandina û rêveberiya welatekî wiha û peywendiyên derve û prensîpên demokrasiyê were berçav giritn.
Serokkomarê Iraqê, Fuad Mesûm û endamê nivîsgeha siyasî ya Yekitiyê li gotûbêja bi rojnama Kurdistanî Newê re got : Cidabûna Kurdistanê ji Iraqê û zeliqandina wê bi welatekî din, dê karesateke mezin çê bike.
Rewşa niha ya herêma Kurdistana Iraqê, ji ber qeyrana siyasî, şepirzetiya aborî û hebûna gefa DAIŞ`ê, dibin baîs ku pêşeroja armancên Barzanî ewqas geş nebe.
Herêma Kurdistana Iraqê ew nêzîkî salekê ye ku bi aloziyeke siyasî rûbirû bûye.
Ev herêma bi kutabûna dewrana serokatiya Mesûd Barzanî ji 19 Ûta 2015an , şahidê nakokiyên siyasî û aborî ye û carnan jî ji ber hin nerazîbûnan ev mesela gurtir dibe.
Di dereqa saleke buhurî pirsgirêkên navxweyî li Herêma Kurdistana Iarqê girantir bûne û rewş xirabtir bûye. Rewşa niha ya Herêma kurdistana Iarqê bi kutabûna dewra qanûnî ya serokatiay Barzanî û çaresernebûna mesela seroaktiyê, nîşan dide ku di navbera grûpên curbicur ên kuradn bêtifaqiyeke kûr heye.
Eva nîaşn dide ku Barzanî li behsa lidarxistian giştpirsiya serbixwetiya Kurdistanê ji Iraqê, bi hemî kurdan re nebûye yek û bi wan re hevdeng nebûye.. Xêncî viya , helwestên navçeyî û navneteweyî li hember Iraqê, piştgiriya ji yekperçetiya erdê û yekperçetiya vî welatî di bin alayekê û qanûneke hevpar e.
Nîgeraniya Fuad Mesûm li bara çawaniya peywendiyên derve û prensîpên demokrasiyê jibo pêşeroja Kurdistanê derheq cidabûna ji dewleta navendî ya Iarqê, bi drustî hatiye hilêxistin.
Helwestên navxweyî û derveyî li hember behsên li ser giştpirsiya serbixwetiya Kurdistanê ji Iraqê, rê jibo cihhatina xewn û xeyalên Barzanî xweş nake.
Mesûd Barzanî li halekê plana pûç a serbixwetiyê xistiye rojevê ku rewşa niha a Iraqê derfeteke baş e jibo kurdan . Kurdan li amadekirina qanûna bingehîn a nû ya Iraqê rola xwe hebûn û dikarin li çarçowa wê mafên xwe bişopînin.
Li gorî gotina Cella Talibanî, Kurdan dengê xwe dane qanûna bingehîn a Iraqê û biryar dan ku ser wê bisekinin û sedî 95 ê kurdan dengê Erê dan qanûna bingehîn ku ser pergala federal bi qebûlkirina dewleta navendî li Bexdayê tekez kiriye.