Gêreya di navbera Erdogan û YE`yê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i230344-gêreya_di_navbera_erdogan_û_ye_yê_da
Tevî derbasbûna 5 mehan ser lihevkirina YE`yê û Tirkîyê li bara penaberan, rayedarên dewleta Tirkîyê hela jî nerazîbûna xwe li bara bêsozîya YE`yê di vî warî da nîşan didin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2016 13:18 Asia/Tehran
  • Gêreya di navbera Erdogan û YE`yê da

Tevî derbasbûna 5 mehan ser lihevkirina YE`yê û Tirkîyê li bara penaberan, rayedarên dewleta Tirkîyê hela jî nerazîbûna xwe li bara bêsozîya YE`yê di vî warî da nîşan didin.

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkîyê, YE`yê li warê bêsozîya têkildarî lihevkirina ser mesela girtina pêşîya derbasbûna penaberan bo vê yêketîyê tawanbar kirîye.

Li gorî rapora şeva buhurî ya ajansa nûçan a Associated Press`ê, Receb Teyîb Erdogani got: YE`yê tenê 2 milyard Euro ji wadeya 3 milyard Euroyî wek beşeke vê lihevkirinê daye Enqerê.

Erdogan her ji YE`yê xwest, pêwîstîya vîzeyê jibo welatîyên Tirkîyê rake. Serokomarê Tirkîyê her wiha ji dewleta Almanîyayê bi hegera piştgirîya ji PKK`ê rexne girt. Li gorî gotina wî, endamên PKK`ê hela jî li Fransa, Bêljîka û Holendayê hene û tevî raberkirina lêzanînan ji alîyê dewleta Enqerê va, kesên hanê hela jî nehatine radestkirin. Hêjayî gotinê ye ku bi gurrbûna qeyrana penaberan û koçberîya wan ber bi sînorên Ewropayê, 28 welatên endamên YE`yê di roja 17`ê Adara 2016`an da bi armanca bisînorkirin û kontrolkirina pêla koçberîya penaberan, rêketinameyel bi dewleta Tirkîyê ra wajo kirin. Cihanîna vê rêketinamê bi hegera nakokîya têkildarî destûra têkoşîna li hemberî têrorîsmê û cihanîna qanûnên mafên mirovan ên bi dilê welatên rojavayî li Tirkîyê tûşî pirsgirêkê bûye. Li gorî vê rêketnamê, dewleta Tirkîyê divê penaberên ku bi awayekî neqanûnî derbasî Yûnanê bûne, bizvirîne û li berdêla vê yekê, YE`yê jî erkdar e ku penaberên sûrî yên ku berê li Tirkîyê bi cih bûne, wergire.

YE`yê her wiha soz daye alîkarîyên daraîyê bi merema dabînkirina hewcedarîyên penaberan bide Tirkîyê û her wiha dayîna vîzeyê bo welatîyên Tirkîyê hêsan bike û lezê bide muzakirên endametîya Tirkîyê li YE`yê.

Berî vîya di meha Nîsanê da serokomarê Tirkîyê li bara sekinandina cihanîna rêketinama hanê hişyarî dabû YE`yê. Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, Receb Teyîb Erdogan hişyarî dabû heta dema ku YE`yê qirarên wergirtina vîzeyê ya derbasbûna welatîyên Tirkîyê nav welatên endamê YE`yê raneke, Enqere tu pêngaveke din jibo cihanîna xalên rêketinama ku her du alîyan li bara kontrolkirina derbasbûna penaberan nav vê yêketîyê wajo kirine, ranake.

Erdogan li civîna cehanî ya Alîkarîya Insandostîyê ya NY li bajarê Stenbolê ragihand ku YE wadeyên xwe têkildarî rêketinamê cih neanîne û tu alîkarîyeke daraîyê jî nedaye ber destê Tirkîyê. Daxwaza Tirkîyê ji YE`yê jibo sekinîna li hemberî penaberan li halekî ye ku rayedarên ewropî dibêjin: Dewleta Tirkîyê bi awayekî pêwîst jibo bisînorkirina hejmara penaberên ku ji deryaya Êjê derbas dibin, hewl nedaye û eva berovajî rêketinama girîng a her du alîyan e ku di meha Kanûna sala 2015`anb da hat îmzakirinê.